13:54 22 Hezîran 2018
Abdullah Ocalan

Sekreteryaya Ocalan di bin tecrîdeke mezin de ne

© Foto :
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 03

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin piştî hevdîtina bi Nasrullah Kuran û Çetîn Arkaş re daxuyaniyeke nivîskî weşandin û dan zanîn ku her du muwekîlên wan jî di bin tecrîda girankirî de ne û mafê wan ê hevdîtina bi malbatê re û axaftina bi telefonê jî ji bo 3 mehan ji destê wan hatiye girtin.

Stenbol - Piştî ku ji 5 girtiyên li Girava Îmraliyê Nasrullah Kuran û Çetîn Arkaş ku sekreteryaya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pêk dianîn hefta borî şandin Girtîgeha Sîlîvriyê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin îro çûn Girtîgeha Sîlîvriyê û bi muwekîlên xwe re hevdîtinê kirin.

Parêzeran, piştî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û dan zanîn ku ligel hemû îtîrazan jî tenê 15 dq. bi muwekîlan re hevdîtin kirine.

‘Di hatina Girtîgeha Sîlîvriyê de rastî îşkenceyê hatin ‘

Parêzer diyar kir ku bi her du muwekîlan re tenê 15 deqîqe û ew jî di bin çavdêriya karmendek de hevdîtin kirine.

Parêzer, derbarê sewqa her du girtiyan de ev agahî dan: ‘Muwekîlen me wekî ku bêne revandin, hatine derxistin. Di êvara 26ê Kanûnê de saet di 18.30an de ji wan re gotine 'hun diçin' û bi lez û bez ji girtîgeha Îmraliyê hatine derxistin û destûr nehatiye dayîn ku tu alavên mecbûrî jî bi xwe re bibin.'

‘3 mehan qedexeya hevdîtin û telefonê'

Parêzer dan zanîn ku her du girtî jî li Girtîgeha Sîlîvriyê di rastî pêkanînên di asta lêgerîna tazî û îşkenceyê hatine û niha jî di bin tecrîda girankirî de ne. Parêzer her wiha gotin ku her du girtî jî bi hinceta ‘dikarin talîmat û agahiyên rêxistinî bidin' hevdîtina bi malbatê re û mafê telefonê sê mehan ji destê wan hatiye girtin.
Parêzer di dawiya daxuyaniyê de diyar kirin ku Nasrullah Kuran û Çetîn Arkaş di nav şertên tecrîda li Îmraliyê de têne girtin.

Bi heman mijarî:

Onder: Ocalan 'yekîtiya demokratîk' pêşniyar kir
Ocalan ji Demîrtaş re gotiye: ‘Tu zehf direvî; lê gol navêjî'
Onder: ‘Eger Ocalan jiyana xwe ji dest bide...
'Derbarê rewşa Ocalan de demildest daxuyanî bê dayin!'
Ocalan: Hûn ê siyaseten li pişt gotina xwe bisekinin?
Etîketan:
Buroya Hiqûqê ya Asrin, Nasrullah Kuran, Çetîn Arkaş, Abdullah Ocalan, Grava Îmraliyê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de