17:52 20 Cotmeh 2017
Zindî
    ıraq teqîn

    Li paytextê şer, êriş û teqîn: Herî kêm 34 kes hatin kuştin

    © Foto: AA/ Emrah Yorulmaz
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 109701

    Li Bexdayê komeke çekdar êrişî ser bazarekê kirin û piştî teqandina otomobîleke bombekirî avahiyê vê bazarê xistin bin kontrola xwe. Şer û pevçûn di navbera çekdaran û hêzên ewlehiyê yên Iraqê de berdewam e û herî kêm 34 kes hatine kuştin.

    Bexda - Li gorî nûçeya Rûdawê çend çekdarên nenas îşev êrişî bazara Cewahirê ya li taxa Bexda Cedîde li rojhilatê bajarê Bexda ya paytexta Iraqê kirin. Çekdaran otomobîleke bombekirî li pêşiya bazarê teqandin û piştre derbasî nav avahiya bazarê bûn û bazar xistin bin kontrola xwe.

    Hat ragihandin ku çekdaran kesên di nav avahiya bazara Cewhere de dîl girtine.

    Hêzên ewlehiyê yên Iraqê derdora bazarê bi tevayî dorpêç kirine. Di navbera çekdaran û hêzên ewlehiyê yên Iraqê de şer û pevçûn derketiye û hêzên iraqî hewl didin ku kesên dîl ji destê çekdaran rizgar bikin.

    Herwiha li gor agahiyên bidestketî, di encama teqîna otomobîla bombekirî li pêşiya bazarê herî kêm 10 kes hatine kuştin û 19 kesên din jî birîndar bûne û zêdetir 79 kes jî dîl hatine girtin. Hat gotin ku di şer û pevçûnên nli bajarê din jî gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li gorî gelek ajansên mezin îro herî kêm 34 kes hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Cebar Yawer: 'Bexdayê çekên Pêşmerge desteser nekirine'
    Cîgirê Bexdadî û 200 terorîst hatin kuştin!
    Malikî: ‘Bila kurd ji Bexdayê bên derxistin'
    Sekreterê Bexdadî hat kuştin
    Li Bexdayê ala Tirkiyeyê hat şewitandin.
    Erdogan: Gerek Bexda mafê Kurdistanê bidê
    Etîketan:
    Bexda, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de