02:21 26 Sibat 2018
Zindî
    Li Rûsyayê şermezarkirina komkujiyan

    Li Rûsyayê şermezarkirina komkujiyan

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Moskova û Soçiyê, jinên şoreşger ên li Parîs û Silopiyayê ji hêzên dewleta tirk ve hatin kuştin, hatin bîranîn.

    Moskova/Soçî - Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn, sê jinên şoreger ên di 9ê Çileya 2013an de li Parîsê hatin qetilkirin û sê jinên şoreşger ên di 4ê Çileyê de li Silopiyayê hatin qetilkirin, bibîr anîn.

    Merasîma li paytext Moskowayê ji aliyê Organîzasyona Jinên Kurd-Viyan ve li avahiya Navenda Çanda Kurd hat lidarxistin û gelek kurdistanî beşdar bûn.

    Ajansa Nûçeyan a Firatê ragihand ku Endama Rêveberiya Rêxistina Jinên Kurd li Rûsyayê Fatma Arîn di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku dewleta tirk a û AKP bi zanebûn Têkoşîna Azadiya Jinê hedef digire û destnîşan kir, ku çi dibe bila bibe jinên kurd wê bi vîna xwe ya azad têbikoşin û zîhniyeta paşverû ya AKP-Erdogan bişikînin.

    Li bajarê Soçî jî Kurdistanî li salona konferansê ya otela Jemşuşîna li hev civiyan û jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bibîr anîn.

    Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Soçî Osman Yildiz li vir peyivî û anî ziman ku AKP bi siyaseta xwe ya şerê qirêj re careke din nîşanî tevahiya cîhanê adye ku ew vîna Kurdan nas nake.

    Yildiz bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî komkujiyên dewleta tirk li gelê kurd dike û da zanîn, ku bi vê bêdengiyê re hêzên navneteweyî van komkujiyan erê dikin.

    Yildiz bang li tevahiya kurdan kir ku li her devera lê dijîn dengê xwe bidin bihîstin.

    Paris ve Silopi'de katledilen kadınlar için Rusya'da anma

    Posted by Sefin Ari on 11 Ocak 2016 Pazartesi

    Bi heman mijarî:

    Li Wanê êrişa polêsan: Parlementerê HDPê birîndar bû!
    Kurdên Libnanê li pêşiya avahiya NYê çalakî li dar xistin
    Li Edene û Mêrsînê jî elewiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
    Rûsya: ji serê salê ve me hezar û 97 hedefên terorîstan îmha kirin
    Di lêpirsîna Elçî de 3 îstixbaratvan hatine veşartin!
    YNK: 'Divê hemwelatiyê kurd baca nakokiyên siyasî nede'
    Li Wanê polês êrişê protestoyê kir
    Li Cizîrê cinaze bi alayên spî hatin wergirtin
    Etîketan:
    Otonomiya Çanda Kurd a Soçî, Rêveberiya Rêxistina Jinên Kurd, Osman Yildiz, Fatma Arîn, Moskova, Soçî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de