06:13 22 Sibat 2018
Zindî
    Kurdên Libnanê li pêşiya avahiya NYê çalakî li dar xistin

    Kurdên Libnanê li pêşiya avahiya NYê çalakî li dar xistin

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Bi sedan Kurdistaniyên li Libnanê li pêşiya Navenda Netewên Yekbûyî (NY) kom bûn û kiryarên dewleta tirk li dijî welatiyên kurd şermezar kirin.

    Libnan - Di çarçoveya çalakiyên bîranîna hersê têkoşerên jin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Doxan de ku di 9ê Çileya 2013an de li Parîsê hatibûn qetilkirin û li hemberî bêdengiya navnetewî ji vê komkujiyên ku li bajarê kurdan pêk tê, welatiyên kurd ku li Libnanê dijîn li pêşiya Navenda Netewên Yekbûyî (NY) çalakiya protestoyê li dar xistin.

    ANHAyê ragihand ku di çalakiyên de ku bi sedan welatiyên kurd beşdar bibûn, wêneyên cangoriyên azadiyê û pankartên bi nivîsên ‘Em komkujiyê hikûmeta AKPê li Cizîra Botan, Silopî, Nisêbîn û Sûrê şermezar dikin', ‘Em hemû Bakurî ne', ‘Bijî berxwedana Nisêbînê' û ‘Erdogan ji jinan ditirse' û alên YPGê, YPJê, Yekîtiya Star û posterên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hat vekirin.

    Piştî rêzgirtinê daxyanî ji hêla Endamê TEV-DEMê Ednan Şêxo ve hat xwendin.

    Di çalakiyê de her wiha nivîskarê Libnanî Ebbas El-Cehferî got: ‘Bakurê Kurdistanê rastî hovîtiya dewleta tirk tê, tevî vê yekê jî civaka navnetewî bêdeng maye. Lê bê guman serkeftina Bakurê Kurdistanê serkeftina tevahî gelên azadîxwaz e.'
    Kurdistaniyan çalakiya xwe bi durişmeyên şermezarkirina AKPê û silavkirina berxwedana li bajarên kurdan û îlankirina rêveberiyên xweser bi dawî kir.

    Bi heman mijarî:

    ‘Eger cenazeyên zarokên me nedin em ê dest bi rojiya mirinê bikin!'
    Li Wanê êrişa polêsan: Parlementerê HDPê birîndar bû!
    Ciwanên Kurdistanê li Silêmaniyê civiyan
    Li Wanê polês êrişê protestoyê kir
    Etîketan:
    Netewên Yekbûyî (NY), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Ebbas El-Cehferî, Ednan Şêxo, Libnan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de