14:05 18 Hezîran 2018
Elewiyan li Mêrsînê jî dest bi greva birçîbûnê kirin

Li Edene û Mêrsînê jî elewiyan dest bi greva birçîbûnê kirin

© Foto: Komeleyên Çandê yên Elewî
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Komeleyên Çandê yê Elewiyan ên Mêrsîn û Edeneyê ji bo şermezarkirina êrişên dewletê ku li bajarên kurdan didomîne, dest bi greva birçîbûnê ya rojeke kirin.

Edene/Mêrsîn - Şaxa Komeleyên Çandê yê Elewiyan a Mêrsînê ji bo balê bikişînin li ser komkujiyên li bajarên kurdan dest bi greve birçîbûnê ya rojeke kirin. Beriya grevê li ber Cemxaneya Mêrsînê daxuyanî hate dayîn.

Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku Pîrê Elewî Erdogan Sevîm li vir axivî û got:‘Li welatê me û li başûrê rojhilatê welatê me bûyerên gelek cidî hene. Em weke elewî ji ber ku êdî naxwazin mirov bimirin divê me deng derxistiba.'

Erdogan destnîşan kir ku di baweriya elewiyan de tu caran xwîn rijandin tuneye, ji dîrokê heta niha rastî zilmê hatine lê ligel hemû qatlîam û sirgûnan kuştina mirovan red kirine.

Piştî axaftinê li cemxaneyê greva birçîbûnê hate destpêkirin.

Li Edeneyê greva birçîbûnê

Li Edeneyê jî Komeleyên Çandê yên Elewiyan li dijî operasyonên îmhayê li avahiya komeleyê greva birçîbûnê ya rojeke dan destpêkirin. Serokê AKDê Murtaya Moroglu beriya grevê dest pê bike axivî û got ku ew jîbeşdarî greva ku ji 30ê Kanûna 2015an de hatiye destpêkirin bûne û dê rojeke bikevin grevê.

Hat ragihandin ku piştî daxuyaniyê grevê dest pê kir. HDP, HDK, KJA, KESK û Egîtîm Sen çûn serdana welatiyên ketine grevê.

Pir Hasan Kılavuz Tv 10 Kanalına Açlık grevi ile ilgili röportaj veriyor.

Posted by Alevi Kültür Dernekleri Mersin Şubesi on 11 Ocak 2016 Pazartesi

Bi heman mijarî:

Elewî û Bektaşî ji bo zilma ser kurdan dengê xwe bilind dikin
Elewî di dijî êriş û kuştinan di greva birçîbûnê de ne
KCKê bang li gelê Elewî kir
Pîrên Elewî: Di şexsê Tahîr Elçî de xwestin guleyê berdin aştiyê
Etîketan:
Şaxa Komeleyên Çandê yê Elewiyan, EGÎTÎM-SEN, KESK, HDP, Serokê AKDê Murtaya Moroglu, Pîrê Elewî Erdogan Sevîm, Mêrsîn, Edene
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de