23:12 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Hizbullaha Iraqê

    Hizbullaha Iraqê: Ji dinyayê çek û pere bi ser DAIŞê de dibarin

    © AFP 2017/ MARWAN IBRAHIM
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Serokê rêxistina şie a Hizbullah el Nucaba ku li Iraqê li dijî DAIŞê şer dike Şêx Ekrem el Qaabî, DAIŞ, ji Qeter û Erebîstana Siûdî alîkariya peran distîne.

    Navenda Nûçeyan — Serokê rêxistina şie ya Hizbullah el Nucaba ku li Iraqê li dijî DAIŞê şer dike Şêx Ekrem el Qaabî, DAIŞ, ji Qeter û Erebîstana Siûdî alîkariya peran û ji 120 welatan jî piştgiriya çekî distîne.

    Li gorî nûçeya ajansa nîv fermî a Farsê ya Îranê, Şêx Ekrem el Qaabî li bajarê Qûmê yê Îranê bi Ayetullah Alavî Gorganî re hevdîtinek kir. Qaabî piştî hevdîtinê ragihand ku Qetar û Erebîstana Siûdî piştgiriya aborî ya terorîstên tekfîrî dike û ji 120 welatên dinyayê çek û cebilxaneyan ji bo wan dişine Sûriyeyê. Lê serkeftin wê bibe ya rêxistinên berxwedar.

    Gundên eleviyan ketine dorpêçê

    El Qaabî di berdewamiya axaftina xwe de got, li Sûriyeyê li bajarê İdlîbê gund û bajarokên derdora Kefraya û Fuayê ketine dorpêça terorîstan û alîkarî jî zor digihîje wan. Digel Artêşa Sûriye û hêzên xwebexş çend caran hemle ji bo şikandina dorpêçê kirin jî, hê jî dorpêça gund û bajarokên herêmê didome.

    Tirkiye sponsoriya terorîzmê dike

    Serokê Partiya Ortodoks a Libnanê Roderick Khoury diyar kir ku, Tirkiye yekemîn dewlete ku piştiriya pere û çekan ya terorîstan dike. Pêşî divê zor li Tirkiyeyê were kirin ku piştgiriya terorîzmê neke û paşî tekoşîna terorê were destpêkirin. Ji bo ku niha Tirkiye li herêmê bûye sponsorê terorîzmê. Serokê terorîstan Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan e û DAIŞ û El Qaîde tenê fermana wî bi cih tînin.

    Bi heman mijarî:

    ÎRAN - Di heyama 3 salan de 111 zarokan xwe kuşt
    Polêsê Îranê êriş bir ser mizgeft û medreseyên kurdan: 10 birîndar
    Zarîf: Îran, pêwendiya xwe ji Erebîstana Siûdî nabire
    Rejima Îranê 3 girtiyên zindana Ûrmiye bi dar vekirin
    JÎNGEHA KURDISTANÊ - Dewleta Îranê dişewitîne û kurd diparêzin
    Etîketan:
    El Qaîde, DAIŞ, Hizbullah el Nucaba, Alavî Gorganî, Ekrem el Qaabî, Qum, Îran, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de