00:48 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Di baweriya zarokê îranî de xwekujî

    ÎRAN - Di heyama 3 salan de 111 zarokan xwe kuşt

    © Foto: KURDISTAN MEDIA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Li gorî nûçeya Kurdistan Media ev yekem car e ku amarên xwekuştina zarokên dersxwan ên li Îranê eşkere dibe.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeyên belavbûyî, di civaka Îranê de xwekuştina zarokan bûye diyardeyeke herî tirsnak û berpirsên Îranê ji bo çareseriyê tu pêngav neavêtine.

    Li gorî amarên belavkirî, li Îranê di heyama sê salan de 111 zarokên dersxwan ku temenê wan di navbera 8 heta 13 salan de ye xwe kuştine.

    Di nava van 111 zarokan de 59 zarok kur û 52 zarok jî keç bûne ku dawî bi jiyana xwe anîne.

    Karnasên civaknas li ser vê baweriyê ne ku nedarî (feqîrî), arîşeyên nebûna dilovantiyê, û nebûna perwerdeya baş sedemên sereke yên xwekujiya zarokan e.

    Bi heman mijarî:

    Di lêpirsîna Elçî de 3 îstixbaratvan hatine veşartin!
    Belgeyên sewqiyata milîtanên DAIŞê yên sînorê Tirkiyeyê derketin
    Komên xwînrij êrişî gundên Ezazê kirin
    Li Cizîrê cinaze bi alayên spî hatin wergirtin
    Polêsê Îranê êriş bir ser mizgeft û medreseyên kurdan: 10 birîndar
    Serokê nû hat hilbijartin
    Etîketan:
    amara xwekuştina zarokan, zarokên dersxwan, Îran, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de