10:59 20 Hezîran 2018
Tahîr Elçî

Di lêpirsîna Elçî de 3 îstixbaratvan hatine veşartin!

© Foto : DHA/ RAMAZAN YAVUZ
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Di lêpirsîna Tahîr Elçî de roja ku hat qetilkirin, derket holê ku 3 polêsên îstixbaratê yên ku ciwanên ketin pevçûnê dişopandin nehatine girtin û çekên wan jî ji bo balîstîkê nehatine şandin. Baroya Amedê dê derbarê mijarê de serî li dozgeriyê bide.

Amed - Ligel ku qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li ber Mînareya Çarling a navçeya Sûrê ya Amedê bi kamerayan ve hate kişandin kiryar hê jî nehatine dîtin. Derbarê dosyaya lêpirsînê ligel ku 45 roj derbas bûn jî gumanbarek jî nehat dîtin û niha jî derket holê ku îfadeyên 3 polêsên îstixbaratê yêh ciwan dişopandin nehatine girtin û çekên wan jî ji bo lêkolîna balîstîkê nehatine şandin.

Parêzer dê serî li dozgeriyê bidin

Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku Baroya Amedê li ser vê yekê kete nava hewldanan û dê ji bo îfadeyên 3 polêsên îstixbaratê bên girtin û çekên wan jî ji bo lêkolîna balîstê bên şandin dê daxwazname bide Serdozgeriya Komarê ya Amedê.

Parêzera malbata Elçî, Gamze Yalçin diyar kir ku ne tenê ji bo 3 îstixbaratvanan xwestina hemû polêsên ku navên wan derbas dibin weke gumanbar bên guhdarkirin lêpirsînê bişopînin.

Berê jî derketibû holê ku îfadeya 2 polêsên îstixbaratê nehatine girtin û li ser daxwaza parêzeran wekî gumanbar îfadeyên wan hatibûn girtin.

Etîketan:
Baroya Amedê, Tahir Elçî, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de