05:03 20 Sibat 2018
Zindî
    DAIŞ

    Belgeyên sewqiyata milîtanên DAIŞê yên sînorê Tirkiyeyê derketin

    © Foto: SOHR
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    YPGê li Sûriyeyê li bajarokê Girê Spî ku du kîlometroyan dûrî sînorê Tirkiyeyê ye, belgeyên sewqiyata milîtanên DAIŞê ku heta meha hezîranê çawa derbasdibûn bi dest xistin.

    Navenda Nûçeyan — Rojnameya Guardianê di nûçeya ku dispêrê belgeyên hêzên kurd de dibêje, qeydiyê kesên di sînor de bi navê koçberiyê derbas dibin ku milîtanên DAIŞê bê zahmetî ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê dibin tîne berçavan.

    Bi demxeya Ofîsa Koçberan ya DAIŞê di sînor de derbas dibin

    Hêzên YPGê hezîrana sala borî kontrola bajarê Girê Spî bi dest xistin û gelek qeydiyên DAIŞê ku li ser Ofîsa Koçbera ya DAIŞê nivîsandî, navê milîtanên ku di sînor de derbasbibûn, reqema nasnameyên wan û agahiyên taybetî li ser nivîsandî bi dest xistibûn.

    Li gorî qeydiyên hêzên kurd ku dane rojnameya Guardiana brîtanî, DAIŞê bi dehan otobusan di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de sewqiyata milîtanan kiriye. Li gorî belgeyên di destê Guardianê de navê 7 pitik, 14 zarok, 7 ciwan û 42 Însanên mezin jî hene.

    Her wiha li gorî qeydiyan sewqiyata milîtanan bêtir di nava bajarê Reqqaya sûrî û bajarê Mûsilê yê Iraqê de hatiye kirin.

    Akademîsyen û pisporê DAIŞê Eyman el Tamîmî destnîşan kir ku li gorî van qeydî û hin belgeyên din, DAIŞê li ser axa xwe sewqiyata milîtanan bi otobusan kiriye û rêvebiriya wê ji terefê DAIŞê tê kirin.

    Ji aliyê din ve berpirsekî tirk ku nexwest navê xwe bide ji rojnameya Guardianê re got, ji bo ku li sînor derbasbûna milîtanan were kontrolkirin tiştê ji destê me tê em dikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Sûrê leşkerekî Artêşa Tirkiyeyê hat kuştin
    Artêşa Sûriyeyê rêya terorîstan bi ser Tirkiyeyê ve birî
    Rûsya: Divê bi lez sînorê Tirkiye û Sûriyeyê were girtin
    Tirkiye li hemberî Sûriyeyê plana operasyoneke mezin dike
    Mixalefeta Sûriyeyê, ji encamên hilbijartina Tirkiyeyê kêf xweş e
    Etîketan:
    Yekîneyên Parastina Gel (YPG), DAIŞ, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de