01:52 25 Hezîran 2018
Nerazîbûna kurdên şafiî li Urmiyeyê

Polêsê Îranê êriş bir ser mizgeft û medreseyên kurdan: 10 birîndar

© Foto: KURDPA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 02

Li gorî nûçeya KURDPAyê berpirsyarên Îranê nimêja înê ya li mizgefta Îslamabadê ya Urmiyeyê asteng dikin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Urmiyeyê tenê mizgefteke kurdên şafiî (Mizgefta Qudsê ya Îslamabadê) û xwendinegeheke şafiiyan (Medreseya Selahedînê Eyûbî) heye. Kurdên Urmiyeyê ev mizgeft û xwendingeh bi diravên xwe ava kirine, melayekî şafiî yê bi navê Mela Reza Ebdî jê re diyar kirine û bi xêrên xwe karên mizgeftê bi rê ve dibin.

Hikûmeta Îranê van rojên dawîn dest avête mezheba kurdan û  perwerdehiya wan a mezhebî; melayekî di standardên xwe de şande mizgeftê da ku nimêjên înê bi rê ve bibe. Melayê bi navê Tahir Peyxamî bi eskorteke hêzên ewlehiyê hate mizgeftê ku roja înê li pêş kurdan xutbeyê bixwîne û nimêjê bike. Li ser vê yekê di navbera kurdan û melayê tayînkirî de gengeşî derket û hêzên ewlehiyê mudaxeleyî kurdan kir, 10 kes birîndar bûn.

Li gorî gotina kurdên Urmiyeyê dewleta Îranê dixwaze bi pêkanîna şer, alozî û nakokiyê rêvebiriya mizgeft û xwendingehên zanistên olî yên Selahedînê Eyûbî bixin bin deshilatdariya xwe.

Melayê Mizgefta Qudsê û Rêveberê Medreseya Selahedînê Eyûbî / Reza Ebdî
Melayê Mizgefta Qudsê û Rêveberê Medreseya Selahedînê Eyûbî / Reza Ebdî

Bi heman mijarî:

Tirkiya zivirî salên 1930yî; AKPê ji bajarên kurdan re parlamenter tayin kir!
Paytexta Rûsyayê Moskova bûye warê geştyaran
Zarîf: Îran, pêwendiya xwe ji Erebîstana Siûdî nabire
PDK, YNK û Goran civîn li ser civînan
Rûsya, kontrola berhemên Tirkiyeyê zêde dike
Pûtîn: Ji xeyrî dijmin dîtinê, rêyeke din bibînin
Etîketan:
polêsê Îranê, Kurdistana Îranê, kurd, birîndar, êriş, kurdî, Medreseya Selahedînê Eyûbî ya Zanistên Îslamî, Mizgefta Qudsê ya Îslamabadê, Mela Reza Ebdî, Urmiye, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de