02:16 22 Sibat 2018
Zindî
    Alaya Tirkiyayê

    Tirkiya zivirî salên 1930yî; AKPê ji bajarên kurdan re parlamenter tayin kir!

    © Fotolia/ badahos
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    AKPê di hilbijartinan de bajarên ku parlamenter dernexistine bi tayînkirinê ve parlamenteran dişîne wan bajarên kurdan. Ev tayînkirina parlamenteran di Tirkiyeyê de salên 1930yî anîn bîra gel.

    Enqere — Li gorî agahîyan AKPê ji bo her yek ji bajarên Colemêrg, Dêrsim û Şirnexê, ku wekî kelehên HDPê tên nasîn, 3 parlamenterên xwe tayîn kirin. Ev tayînkirina parlamenteran di Tirkiyeyê de salên 1930yî anîn bîra gel.

    Hat gotin ku destnîşankirina parlamenteran ji bo wan bajarên kurdan, fermana wê jî ji aliyê Serokê Giştî yê AKPê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu ve hatibû dayîn.

    Parlamenterên ku ji bo Colemêrgê hatine tayînkirin: Parlamenterê bajarê Kocaeli Cemil Yaman û parlamenterên Stenbolê Halis Dalkiliç û Belma Satir.

    Parlamenterên ku ji bo Dêrsimê hatine tayînkirin: Parlamenterê Meletiyê Mistefa Şahin, parlamenterê Stenbolê Azmi Ekinci û parlamentera bajarê Çorumê Lutfiye İlkesen.

    Parlamenterên ku ji bo Şirnexê hatine tayînkirin: Parlamenterê Konyayê Abdullah Agrali û parlamenterên Stenbolê Nurettin Nebati û Ravza Kavakçi.

     

    Bi heman mijarî:

    Davutoğlu ‘Toros' rave kir: Min Tu kes Tehdît Nekir
    HDPê bersiv da ‘Torosa' Davutoğlu
    Davutoğlu: 'Ew çek werin Tirkiyeyê em ê PYDê tune bikin'
    Demîrtaş: Fermandarên vî şerî Erdoğan û Davutoğlu ne
    Etîketan:
    parlamenter, kurd, AKP, HDP, Ahmet Davutoglu, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de