04:42 26 Sibat 2018
Zindî
    Mohemmed Cewad Zarîf

    Zarîf: Îran, pêwendiya xwe ji Erebîstana Siûdî nabire

    © AFP 2018/ Maxim Malinovsky
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf diyar kir digel ku Riyadê pêwendiyên ekonomîk û dîplomatîk birîn jî em nabirin.

    Navenda Nûçeyan - Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf diyar kir digel ku Riyadê pêwendiyên ekonomîk û dîplomatîk birîn, lê me gavên bersivdayînê neavêtin.

    Piştî îdamkirina rêberê şie Ayetullah Nemir Baqir el Nemir têkiliyên navbera îran û Erebîstana Siûdî xerabibûn, Riyadê pêwendiyên ekonomîk û diplomatik ji Tehranê birîbûn, îranê jî hinek mueyîdeyên ekonomîk sepandin û çûna welatiyên xwe bo umrê qedexe kiribû.

    ​Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf nameyek ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Ban kî Mon re şand û got, em naxwazin pêwendiyên me bi Erebîstana Siûdî re qut bibin. Îdamkirina Nemir bûyereke bê talihi bû, û Komara Îslamî ya Îranê hem bersivdayîna Erebîstana Siûdî û hem jî kêm xistina pêwendiyan red dike.

    Siûdî gengeşiyê tev dide

    Zarîf di berdewamiya axaftina xwe de politikaya Erebîstana Siûdî ya Sûriyeyê rexne kir û got, li herêmê em dibin şahide Erebîstana Siûdî ku mijar û pirsgirêkan tev dide. Rîyad li ser krîza Sûriyeyê bandoreke neyînî dihêle û mijara krîzê kurtir dike, lê em ê destûra vê nedin.

    Bi heman mijarî:

    Îran bi ‘cezayê îdamê’ dengê kurdan dibire
    Erebistana Siûdî li dijî Îranê biryarên nû stand
    Ji Behreynê îdiaya Îranê
    Îraniyan Balyozxaneya Siûdî şewitandin
    Erebistana Siûdî balyozê Îranê qewirand
    Etîketan:
    Netewên Yekbûyî (NY), Wezareta Derve ya Îranê, Ban Ki Mon, Muhammed Cewad Zarîf, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de