21:53 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Teqîn

    Li navçeya Sûrê du teqînên dijwar çêbûn: Leşkerek hat kuştin

    © REUTERS/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 390 0 0

    Li navçeya Sûra Amedê, îro berê sibehê du teqînên dijwar çêbû û di encama teqînê de leşkerek hat kuştin û hejmara birîndaran nayê zanîn.

    Navenda Nûçeyan - Li Sûrê îro danê sibehê du teqînên dijwar çêbûn û di encama teqînê de leşkerekî Artêşa Tirkiyeyê hat kuştin û hejmara birîndaran nayê zanîn. Li derdora Mizgefta Kurşunlu ya ku şer lê giran e, ji ber topbaranê tê gotin ku gelek xanî xera bûne.

    Li navçeya ku çekên giran ji aliyê dewletê ve lê tên bikaranîn, li derdora Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf du teqînên dijwar rû dan û di encama teqînê de leşkerekî Artêşa Tirkiyeyê hat kuştin û hejmera birîndaran nayê zanîn.

    Li taxa Fatîhpaşa jî, polêsên tevgera taybet ên dewleta tirk, gule li derdorê reşandin.

    Tank û wesayîtên zirxî yên dewleta Tirkiyeyê li Dibistana Seretayî ya Mardînkapi ya li taxa Hasirliyê bi cih bûne, topan diavêjin avahiyan û xera dikin. Her wiha ji bo pêşiya tankan veke, bi kepçeyên zirxî xanî tên xerakirin. Li ser navçeyê helîkopter jî digerin.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê teqîn: 1 polês û 1 leşker hatin kuştin
    Li navçeya Sûrê teqîn: Sivîlek û 4 leşker birîndar bûn
    Li baregeha leşkerî ya Hindistanê dengê teqîna
    Li Sûrê çend teqînên li dû hev: 11 leşker birîndar in
    Nêzîkî balyozxaneya Rûsyayê teqîn!
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de