01:54 25 Hezîran 2018
DAIŞ

DAIŞê li Mûsilê 5 kes bi dozerê perçiqandin

© Foto : © AP Photo/ Rakka Media Center
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

DAIŞê li bajarê Mûsilê, 5 sivîlên bi hinceta ku alîkariya artêşa Iraqê kirin, bi dozerê perçiqandin.

Navenda Nûçeyan - DAIŞê li bajarê Mûsilê, 5 sivîlên bi hinceta ku alîkariya artêşa Iraqê kirin, bi dozerê perçiqandin.

Rêxistina terorîst ya DAIŞê şêwazek din kuştina mirovan de bikar anî. Piştî tankê vê carê jî dozer bi kar anî.

Li gorî agahiyan, rêxistina terorîst ya DAIŞê duhî li taxa Fêseliye ya Mûsilê, li ber çavên welatiyan, 5 kesên sivîl bi dozerê perçiqandin.DAIŞê bi hinceta ku wan kesan alîkariya artêşa Iraqê kirine, ew kes kuştine.

Hat gotin ku çekdarên DAIŞê cenazeyên wan kesan, ku bi tevahî pelixîbûn, avêtin bîrek kûr.

Ev cara yekemîn nîne DAIŞ, ji bo kuştina mirovan alavên giran bikar tîne. Par havînê li bajarê Hûmsê yê Sûriyê, DAIŞê bi tankê kesek kuştibû.

Bi heman mijarî:

Hêzên Pêşmerge li Mûsilê 19 çekdarên DAIŞê kuştin
MÛSİL - Balafirên şer li ser DAIŞê bombebarandin
MÛSİL - DAIŞê 837 jin îdam kir!
DAIŞê li Mûsilê 19 sivîl kuştin
MÛSİL - 20 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
Etîketan:
DAIŞ, Mûsil, IRAQ
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de