18:15 25 Hezîran 2018
Îdam

Rejima Îranê 3 girtiyên zindana Ûrmiye bi dar vekirin

© Foto : facebook
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Sê girtiyên zindana Ûrmiya Kurdistana Îranê ji aliyê Hikûmeta Îranê ve hatin bi dar vekirin, her wiha girtiyekî din jî dawî bi jiyana xwe anî.

Navenda Nûçeyan — Sê girtiyên zindana Ûrmiya Kurdistana Îranê ji aliyê Hikûmeta Îranê ve hatin bi dar vekirin, her wiha girtiyekî din jî dawî bi jiyana xwe anî.

Malpera MafNews belav kiriye ku ew sê girtî bi tuhmeta bikaranîn, kirîn û firotina madayên tiryak hatibûn girtin û ew kes di zindana Derya ya bajarê Ûrmiyeyê de bûn. Li gorî heman malperê zindaniyekî din jî di rojên derbasbûyîde dawî bi jiyana xwe aniye.

Li gorî dawî amareyên dezgehên mafê mirov ên Îranê di sala 2015 de Îran bêhtir ji 850 kesî bi dar vekiriye. Piştî welatê Çînê Îran wek duyemîn welate li ser asta cîhanê ku mirov li wan têne bi dar vekirin, bêhtirên kesên ku Îran hikmê bi dar vekirinê li ser wan pêktîne bi tumeta bi kar anîna madeyên tiryak wan bi dar vedikin.

Bi heman mijarî:

Îran bi ‘cezayê îdamê’ dengê kurdan dibire
Îranê bavê sê zarokan bêsedem gulebaran kir
Îran êdî kurdan dişîne şerê li Sûriyeyê
7 leşkerên din ên Îranê di şerê Sûriyeyê de hatin kuştin
Îran bazirganiya bi Kurdistanê re asteng dike
Etîketan:
Rejima Îranê, Ûrmiye, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de