08:11 19 Cotmeh 2017
Zindî
    DBP

    Hevşaredarên DBPyî li Amedê li hev civiyan

    © Foto: dbp.org.tr
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Hevserokên 102 Şaredarên DBPyî, ji bo êrişên dewleta tirk ên di demên dawî de li hemberî şaredariyên wan zêde kiriye binirxînin, li Amedê li hev civiyan.

    Amed - Civîna bi beşdariya Hevserokên 102 Şaredaran li Salona civînê ya Şaredariya Baglarê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê Giştî yê DBPê Kamûran Yuksek axaftina destpêkê kir û got: ‘Di nava AKPê de li dijî şaredariyên me biryarek hatiye stendin. Dixwazin vê biryarê bi du  awayan bixin meriyetê. Beşek ji wan dibêjin 'em yekser ji wezîfeyê bigirin û em kayyûm wezîfedar bikin', beşek jî dibêje 'em erkên wan bisînor bikin'. Ev her du nêrîn mekanîka darbeyê ye.'

    Kamûran Yuksek da xuyakirin, ku ji bo zemînê ji destwerdana li Şaredariyên DBPyî re amade bikin, derew û îftira li wan tên kirin û got: ‘Li rojnameyên van, ti manşet neman ku van bi kar neanîn. Lê belê nikarîbûn binê ti ji van manşetan dagirin. Xwendevanan jî bi tenê manşet xwendin û li detaya nûçeyê temaşe nekirin. Mînak: manşeteke bi vî rengî hat bikaranîn 'Serokê Şaredariya Beyoglû yê HDP'ê ji ber nelirêtiyê hat girtin'. Ne şaredariyeke me ya bi wî rengî heyen, ne jî serokekî me yê şaredariyê li Beyoglûyê heye.'

    Yuksek da zanîn ku deynê Şaredariya Enqereyê ya AKP'yî, bi qasî 2 mîlyar 700 mîlyon lîreyî ye û got:‘Bi vî deynî re 3 welat dikare werin kirîn. Radibin deyn ji şaredariya me dipirsin. Li Tirkiyeyê di nava 20 şaredariyên destpêkê yên deyndar de bi tenê 3 şaredariyên me hene. Ev şaredarî jî ew şaredariyên ku me ji nava lepên AKP'ê derxistine. Şaredariyên me yên Wan û Mêrdînê hînê deynê serdema AKP'ê didin.'

    'ENCAMÊN LÊKOLÎNÊN XWE EŞKERE BIKIN'

    Yuksek da xuyakirin ku mufetîşên AKPê gelek caran li hemberî şaredariyên wan dest bi lêkolînê kirine û got: ‘Fermo werin careke din lêkolîn bikin. Em hînê deynê we didin. Di 25-26ê Tîrmehê de mufetîşên we hatin û lêkolîn kirin. Me got; rabin encamên lêkolînên li 102 şaredariyên me hatine kirin, aşkere bikin. Lê we ji raya giştî re aşkere nekirin. Ji ber ku we tiştek nedîtin. Wekî din, di meha Tebaxê de bi hefteyan hûn hatin we lêkolîn kirin. Dîsa jî we tiştek nedîtin.'

    'HETA NASNAMEYA WAN BÊ QEBÛLKIRIN KURD WÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'

    Hevseroka Giştî ya DBPê Emîne Ayna jî di axaftina xwe de bal kişand ser mijara nasnameyê û got: ‘Ji kurdan re dibêjin; tu dikarî bênasname bijî. Ev heqaret e. Ya nasname wê were naskirin, maf bên dayîn, yan jî wê kurd heta qebûlkirina nasnameya xwe têkoşîna xwe bidomîne. Du rêyên vê hene; ya şer yan jî bi lihevkirinê.' Ayna ragihand ku ya însanî ew e ku bi lihevkirinê re ev pirsgirêk were çareserkirin û da zanîn ku ji ber vê yekê ew timî işaretê bi muzakere û diyalogê dikin.

    Ayna ragihand ku nêzîkatiya hikûmetê ya li hemberî Kurdan bi şêweyê ‘Hûn ê bênasname bimînin' e û axaftina xwe wiha dewam kir: ‘Navê vê faşîzm e. Kurd wê li hemberî vê faşîzmê têbikoşin. Gelên li vê erdnîgariyê wê bi xwe biryarê bidin bê bi çi rengî bijîn. Wezîfeya me ew e ku li gorî biryara 'jiyaneke çawa' ya gel tevbigerin e. Sedema me ya têkoşînê ev e. Nexweş nikarin civakekê bi rê ve bibin. Eger nexweş civakê bi rê ve bibin, ew civak wê biqede. Niha rewşa dawî ya li ber tinebûnê ye.'

    Piştî axaftina Ayna civîn li çapemeniyê girtî dewam kir.

    Bi heman mijarî:

    YPS: Li Sûrê îro 17 leşker-polês hatin kuştin
    Botan: Polêsan bi fermana kuştinê 12 ciwan înfaz kirin
    Polêsan 4 cenaze revandin, bêyî malbatan jî defin kirin!
    PDK-Î û HDK-Î partiyeke yekbûyî û mekanîzmayeke rêveberiyê nîqaş dikin
    YPGê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
    2 welatiyên birîndar jiyanên xwe ji des dan
    Polês êrişî meşa aştiyê kir: 5 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    DBP, Emîne Ayna, Kamuran Yuksek, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de