12:40 17 Kanûn 2017
Zindî
    Wesayît - leşker - polês - teqîn - şer - êriş - operasyon

    YPS: Li Sûrê îro 17 leşker-polês hatin kuştin

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 62

    Hêzên YPSê ragihand ku li navçeya Sûrê ya Amedê şer dijwartir bûye û di pevçûnên îro de 17 leşker û polês hatine kuştin.

    Amed - Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê, çavkaniyên YPSê diyar kirine ku di şer û pevçûnên îro de 17 leşker û polêsên tirk hatine kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûne.

    Li navçeya Sûrê ya Amedê 40 roj in êrişi û dorpêça hêzên dewleta tirk berdewam dike. Hat ragihandin ku li dora Dibistana Navîn a Yavuz Selîm û mizgefta Kurşunluyê pevçûn zêdetir bûn. Gelek ambulans sewqî navçeyê hatin kirin. Hate hînbûn ku gelek tîmên taybet mirine.

    operasyon, binçavkirin, serdegirtin
    © Foto: AA / Mehmet Ali Özcan
    Di nûçeyê de hat gotin ku di pevçûnên li nêzî Mizgefta Kurşunliyê de 11 tîmên taybet hatin kuştin û cenazeyên gelekan hêjî li cihê bûyerê ne.

    Her wiha çavkaniyên herêmê ragihandin ku li derdora dibistana Suleyman Nazif jî pevçûnên dijwar qewimîne û 6 polêsên tirk ji hêla hêzên YPSê hatine kuştin.

    Tê zanîn ku artêşa tirk û çapemeniya tirk îro derbarê şer û pevçûnan de ragihandibûn ku çawîşekî pispor û polêsekî hatine kuştin û 14 ji wan jî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Botan: Polêsan bi fermana kuştinê 12 ciwan înfaz kirin
    Polêsan 4 cenaze revandin, bêyî malbatan jî defin kirin!
    YPGê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
    2 welatiyên birîndar jiyanên xwe ji des dan
    Polês êrişî meşa aştiyê kir: 5 kes hatin binçavkirin
    Nasnameyên 9 ciwanên înfazkirî diyar bûn
    Etîketan:
    Sûr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de