08:29 13 Kanûn 2017
Zindî
    Lezgîn Botan

    Botan: Polêsan bi fermana kuştinê 12 ciwan înfaz kirin

    © Foto: Başkale News
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Parlamenterê HDPê yê Wanê Lezgîn Botan derbarê înfazkirina 12 ciwanan de da zanîn ku çavkaniyeke polêsan ji wan re gotiye ‘Ji me re ferman hat, gotin 12 kes li filan derê ye, biçin û bikujin.'

    Wan - Parlamenterên HDPê ên Wanê, Baroya Wanê û rêvebirên Şaxa ÎHDê ya Wanê, derbarê înfazkirina 12 ciwanên ku îro li navçeya Artemêtan a Wanê ji aliyê tîmên taybet ve di serdegirtina malekê de hatin kuştin, li ber avahiya DBPê daxuyanî dan.

    Parlamenterê HDPê yê Wanê Lezgîn Botan destnîşan kir ku Walîtî di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku ciwan hatine şopandin û got ciwan li cihê ku werin binçavkirin, bi zanebûn hatine qetilkirin.

    Botan diyar kir ku polês li cihê bûyerê tena serê xwe lêkolîna cihê bûyerê kirine û ev jî tê wateya reşkirina delîlan û wiha berdewam kir: ‘Me tespît kir ku dozger ne li cihê bûyerê bûye. Ev jî bi me re şik û gumanan çêdike ku ev 12 kes li wir çawa hatine kuştin.'

    'Navnîşan dan û gotin biçin bikujin'

    Botan kuştina ciwanan wekî ‘nfaza giştî' binav kir û wiha pê de çû: ‘Ji nav polês çavkaniyek ji me re got 'Ji me re ferman hat, 12 kes li filan cihê ne biçin û bikujin.' Polîs diyar kirin ku ji bo girtina ciwanan ji wana re tiştek nehatiye gotin û tenê fermana kuştina wan hatiye dayîn û ew jî çûne û kuştine.'

    Banga tevizandina jiyanê

    Botan bang li raya giştî ya Tirkiyeyê jî kir ku li hemberî komkujiyan bêdeng nemîne û ragihand ku sibe saet di 12.00an de li ber avahiya Rêxistina Bajêr a DBPa Wanê ewê kom bibin. Botan bang li gelê Wanê jî kir ku jiyanê bitevizîne.

    Bi heman mijarî:

    Nasnameyên 9 ciwanên înfazkirî diyar bûn
    Li gorî agahiyên ji Emniyeta Wanê hat hilanîn polêsan 12 ciwan înfaz kirine!
    Polêsan 4 cenaze revandin, bêyî malbatan jî defin kirin!
    2 welatiyên birîndar jiyanên xwe ji des dan
    Hêzên dewletê rêvaberê MEYADERê kuştin!
    Onder: Ocalan 'yekîtiya demokratîk' pêşniyar kir
    Demirtaş: Sedema êrişên medyayê talîmatên AKPê ne
    Etîketan:
    Baroya Wanê, ÎHD, HDP, DBP, Lezgîn Botan, Wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de