18:11 24 Hezîran 2018
Welatiyan 35 cenaze ji ber qedexe û êrişên dewletê nikarin defin bikin

Polêsan 4 cenaze revandin, bêyî malbatan jî defin kirin!

© Foto: Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Cenazeyên 4 welatiyên ku ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji aliyê polêsan ve hatin revandin, bêyî malbatên wan li Goristana Asrî ya Cizîrê bi korsanî hatin defin kirin.

Cizîr - Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku cenazeyên 4 welatiyên ku di êrişên yên hêzên dewletê de li navçeya Cizîr a Şirnexê hatin qetilkirn û duh bi şev ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatî revandin, bêyî destûr û tevlîbûna malbatan ji aliyê Qeymeqamiya Cizîrê ve li Goristana Asrî ya Cizîrê hatin defin kirin.

Qeymeqamî, beriya ku cenayezan bi korsanî defin bike li malbatan geriyabû û gotibû ‘Em cenazeyê we defin dikin, ji malbatê kesek dikare were.' Malbat jî bertek nîşanî vê rewşê dabûn. Malbatên Dogan Îşcî, Ferdî Kalkan, Abdulmecît Yanik û Haci Ozdal tevlî definkirina cenazeyan nebûn.

Herwiha nehat zanîn ku beriya definkirinê wecibeyên olî hatine kirin an na.

Bi heman mijarî:

YPGê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
2 welatiyên birîndar jiyanên xwe ji des dan
Polês êrişî meşa aştiyê kir: 5 kes hatin binçavkirin
Demirtaş: Sedema êrişên medyayê talîmatên AKPê ne
Onder: Ocalan 'yekîtiya demokratîk' pêşniyar kir
Li Amedê teqîn: 1 polês û 1 leşker hatin kuştin
Etîketan:
Haci Ozdal, Abdulmecît Yanik, Ferdî Kalkan, Dogan Îşçî, Şirnex, Cizîr
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de