12:45 20 Hezîran 2018
Civîna PDK-Î û HDK-Î

PDK-Î û HDK-Î partiyeke yekbûyî û mekanîzmayeke rêveberiyê nîqaş dikin

© Foto: Rojî Kurd
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Li gorî nûçeya Rojî Kurd Sekreteriya Hîzba Demokrat a Kurdistanê (HDK-Î) bi daxuyaniyekî ragihand ku ew dê mijara yebûnê di kongreya xwe ya 16em de nîqaş bikin û bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) re mekanîzmeyeke rêvebiriya navendî ava bikin.

Navenda Nûçeyan —  Sekreteriya Hîzba Demokrat a Kurdistanê (HDK-Î) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku her du partiyên demokrat ên Kurdistana Îranê wê din banekî de hêzên xwe bigihînin hev û yekrêziya kurdên Îranê ava bikin.

Herwiha di daxuyaniyê de hate gotin ku ev mijar berê jî hatibû nîqaşkirin û ji civînan derbarê yekbûnê de ramaneke eşkere derneket; lêbelê vê carê gelekî eşkere ye ku gelê kurd li benda partiyeke yekparçeyî ye û dixwaze ku di demeke zûtir de ev mijar bê zelalkirin.

Di daxuyaniyê de bang li her du aliyan HDK-Î û PDKîyê hate kirin ku atmosfereke aştiyane ava bikin û ber bi mekanîzmeyeke yekparçe ve gavan biavêjin.

Bi heman mijarî:

2 welatiyên birîndar jiyanên xwe ji des dan
Polês êrişî meşa aştiyê kir: 5 kes hatin binçavkirin
Heyeta Holandayê bi Serok Barzanî û rayedarên Kurdistanê re civiya
Nasnameyên 9 ciwanên înfazkirî diyar bûn
Demirtaş: Sedema êrişên medyayê talîmatên AKPê ne
Onder: Ocalan 'yekîtiya demokratîk' pêşniyar kir
JÎNGEHA KURDISTANÊ - Dewleta Îranê dişewitîne û kurd diparêzin
Etîketan:
partiyeke yekparçe, yekîtî, Hîzba Demokrat a Kurdistanê (HDK-Î), Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î), Kurdistana Îranê, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de