17:53 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Sîlopî

    2 welatiyên birîndar jiyanên xwe ji des dan

    © Foto: facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 85 0 0

    Welatiyê bi navê Haci Elçi ê ku di saetên nîvro de dema welatiyan hewl dan cenazê Alî Bagdur wergirin di êrişê hêzên dewletê de birîndar bû û Mehmet Şirin Erdinç ê duh birîndar bûyî li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jiyana xwe ji dest dan.

    Şirnex - Li navçeya Cizîr a Şirnexê ku operasyonên tevkujiyê yên li hemberî vîna gel bênavber berdewam dike. Di saetên nîvro de welatiyên ku çûn cenazeyê Alî Bagdur ê ku li Taxa Nur di êrîşê tîmên taybet de hate qetilkirin wergirin, rastî êrişê hatibûn û welatiyê bi navê Haci Elçî jî birîndar bibû. Elçi, li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ku dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

    Her wiha, welatiyê bi navê Mehmet Şirin Erdinç ê ku duh bi guleya tîmên taybet birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jî jiyana xwe ji dest da.

    Tevî Elçi û Erdinç, li Cizîrê di du rojên dawî de 7 welatî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.

    Bi heman mijarî:

    Polês êrişî meşa aştiyê kir: 5 kes hatin binçavkirin
    Nasnameyên 9 ciwanên înfazkirî diyar bûn
    Onder: Ocalan 'yekîtiya demokratîk' pêşniyar kir
    Demirtaş: Sedema êrişên medyayê talîmatên AKPê ne
    JÎNGEHA KURDISTANÊ - Dewleta Îranê dişewitîne û kurd diparêzin
    Li Amedê teqîn: 1 polês û 1 leşker hatin kuştin
    Etîketan:
    Mehmet Şirin Erdinç, Haci Elçi, Şirnex, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de