04:18 16 Kanûn 2017
Zindî
    Selahattîn Demîrtaş

    Demirtaş: Sedema êrişên medyayê talîmatên AKPê ne

    © Foto: AA Emin Avundukluoğlu
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş li konferansa partiya xwe ya Stenbolê axivî û diyar kir ku ji bo dema nû ya têkoşînê divê HDP xwe nû bike û li hemberî êrîşan jî hêviyê mezin bike.

    Stenbol - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Konferansa Bajêr a Stenbolê li Salona Dawetê ya Figaroyê ya li Çaglayanê li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş, Cîgira Koma HDPê û Parlamentera Stenbolê Pervîn Buldan û gelek rêvebir û endamên partiyê tevlî konferansê bûn.

    Piştî axaftinên destpêkê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş derbarê rojeva Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn de nirxandinan kir. Demirtaş diyar kir ku li Rojhilata Navîn şerekî nû ya parvekirinê tê pêşxistin û derbarê perspektîfa xebatên HDPê ya dema nû de wiha axivî: ‘Yên li hemberî me bi awayek bêehlaqî şer dikin. Eger em bi tarzê kevn têkoşînê bimeşînin emê xizmeta wan bikin.' Demirtaş destnîşan kir ku divê li hemberî siyaseta AKPê jî bi şêweyên nû ve xebat were meşandin.

    Demirtaş balê kişand ser pêdiviya bilindkirina têkoşînê ya li hemberî êrîşên giran û wiha pê de çû: ‘Em wekî masiyên sor in ku di deryayê de li hemberî heştpêyeke qerase re şer dikin. Em dikarin wekî 7ê Pûşberê vê heştpêyê bê mecal bihêlin, em dikarin pêyên wê bişkînin.'

    'Erdogan ji eniya polêsan maç dike'

    Demirtaş di axaftina xwe de balê kişand ser konsepta şerê tevkujiyê ya hikumeta AKP'ê jî û gotinên Serokomar Erdogan ên ‘Em polîsan ji eniyên wan maçî dikim" bibîrxist û got "Ev tê wateya ku 'Sivîlan bikujin, hunê neyên darizandin.' Demirtaş bêdengiya raya giştî û bi taybet jî qada navneteweyî rexne kir û wiha pê de çû: ‘Ji ber ku AKP'ê pirsgirêka penaberan girt ser xwe, Yekitiya Ewropa di mijara mafên mirovan de bazariyê kir.'

    'Hikumeta AKPê û medya li hev kirin'

    Demirtaş çapemeniya Tirkiyeyê jî rexne kir û destnîşan kir ku pişt axaftina Mamoste Ayşe ya ku tevlî bernameya Beyaz Show bû, hemû nijadperest dest bi êrişî kirine.

    Demirtaş her wiha da zanîn ku AKPê ji bo êrîşê HDPê bikin talîmatê daye medyayê.

    'Bêrûmetiyê li gelê kurd ferz dikin'

    Demirtaş li ser cenazeyên kesên ku bi fermana hikumeta AKP'ê ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin jî wiha axivî: ‘Polîtikayeke bi zanebûn e. Dibêjin bila cenaze li erdê bimîne û civak bêrûmet bibe. Bêrûmetiyê li gelê Kurd ferz dikin. Dixwazin bila vîna têkoşînê bişkê.'

    Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê li hemberî vê ferasetê HDP li her derê birêxistin bibe û wiha got: ‘Di demên borî de ji ber ku civak nikaribû xwe biparêze komkujî çêbûn. Vê carê divê gelên Rojhilata Navîn li gor vê xwe amade bikin.'

    Piştî axaftina Demirtaş, konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

     

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: ‘Li Dolmabahçeyê krîza rûniştinê jî Erdogan bi xwe çareser kir'
    Demirtaş: AKP wê berdêleke giran bide
    Demirtaş: "Barzanî serokê dewleta kurdan e."
    Demirtaş: Tercîh ne ya me ya hikumetê ye
    Demirtaş: ‘Kurd xwe xilas dikin û hûn jî werin tevli vê xilasbûnê bibin'
    Etîketan:
    HDP, Selahattin Demirtaş, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de