05:20 11 Kanûn 2017
Zindî
    Sirri Sureya Onder

    Onder: Ocalan 'yekîtiya demokratîk' pêşniyar kir

    © Foto: AA/ Murat Kaynak
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21

    Parlementerê HDPê yê Enqerê û Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureya Onder di konferansa HDPê ya Enqerê de balê kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û got ‘Abdullah Ocalan beriya 3 salan balê kişand ser rewşa şer û ji bo gelan yekitiya demokratîk pêşniyar kir.'

    Enqere - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), beriya kongreya giştî konferansên xwe yên li bajaran berdewam dike. Yek ji konferansan jî îro li Enqerê hate lidarxistin.

    Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDPê Alp Altinors, di axaftina xwe de balê kişand ser berxwedana li bajarên kurdan û wiha axivî: ‘Ev berxwedaneke sivîl e û dê biserkeve. Dîrok ber bi azadiyê ve diherike.'

    'Ev fragmana Şerê Cîhanê ya Sêyemîn e'

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dicleyê pişt re, Parlementerê HDPê yê Enqerê Sirri Sureyya Onder axivî û li ser şerê li Rojhilata Navîn nirxandin kirin.

    Onder got ku divê pirsa ‘Li Rojhilata Navîn dijmin kê ye' were kirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: ‘Dijmin DAIŞ e? Na, nabe. Ji ber ku ewqas hêza leşkerî li bejahiyê û li deryayê ji bo DAIŞ'ê zêde ye. Di heman demê de di nav van hêzan de hêzên ku DAIŞê mezin dikin jî hene. Ev fragmana Şerê Cîhanê ya Sêyemîn e. Di vê parvekirinê de gel, jin û zarokên ku parastina xwe ya cewherî pêş nexistine zirarê dibînin.'

    Onder diyar kir ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan tiştên ku îro diqewimin, beriya niha dîtibû û wiha pê de çû: ‘Ocalan balê kişand ser şerê ku tê û yekîtiya demokratîk a gelan pêşniyar kir.'

    Bi heman mijarî:

    Li gorî agahiyên ji Emniyeta Wanê hat hilanîn polêsan 12 ciwan înfaz kirine!
    Li Amedê teqîn: 1 polês û 1 leşker hatin kuştin
    Pûtîn bi hemleyên nedîtî reqîbên xwe mat dike
    Goreke komî ya 30-40 kesî hate dîtin
    Li Wanê polêsek hat kuştin
    Etîketan:
    HDP, Alp Altinors, Sirri Sureya Onder, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de