20:43 12 Kanûn 2017
Zindî
    Tovên Berûyan

    JÎNGEHA KURDISTANÊ - Dewleta Îranê dişewitîne û kurd diparêzin

    © Foto: KURDPA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Li gorî nûçeya ajansa KURDPAyê kurdên Kirmaşanê heta niha 20 hezar tovên darên “berû”yan çandine.

    Navenda Nûçeyan – Komeleya Hilû ya Jîngehparêz bi qasî 18 hektarên şewitandî yên devera Kirmanşan û Îlamê di pênc qonaxan vejandin.

    Rêveberê Komeleya Hilû ya Jîngehparêz Seîd Silêmanî derbarê armanca “çandina berûyan, parastin û vejandina çêregehên Zagros, Osmandûwend û Zerdelanê” de diyar kir ku tovên darên berûyê ji aliyê girûpên “Aşa” ve hatine dabînkirin û îdareyên fermî heya niha alîkariya wan nekirine.

    Seîd Silêmanî derheqê berdewamiya vî karî de jî wiha got: 'Heta ku tovên berûyan ji bo me bên dabînkirin, em dê li ser helmeteke xwebexş berdewam bimînin.'

    Hêjayî gotinê ye ku tenê sala 2015an li Kirmaşanê bi qasî 250 hektarî zêdetir daristan û çêregehên Kurdistanê ji aliyê dewleta Îranê ve hatin şewitandin.

    Komeleya Hilû ya Jîngehparêz darên berûyê diçîne
    Komeleya Hilû ya Jîngehparêz darên berûyê diçîne

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn bi hemleyên nedîtî reqîbên xwe mat dike
    Îran bi ‘cezayê îdamê’ dengê kurdan dibire
    Goreke komî ya 30-40 kesî hate dîtin
    Hêzên dewletê rêvaberê MEYADERê kuştin!
    Rûsyayê ji bo şopandina Stenbolê pergala radarê test kir
    Li gorî agahiyên ji Emniyeta Wanê hat hilanîn polêsan 12 ciwan înfaz kirine!
    Etîketan:
    daristan û çeregehên Kurdistanê, darên berûyê, berû, vejandina jîngehên şewitandî, vejandin, jîngeha şewitandî, Komeleya Hilû ya Jîngehparêz, Seîd Silêmanî, Zerdelan, Osmandûwend, Zagros, Kurdistana Îranê, Kirmaşan, Îlam
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de