12:58 17 Kanûn 2017
Zindî
    Îdam, Îran

    Îran bi ‘cezayê îdamê’ dengê kurdan dibire

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 02

    Nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistana Îranê ji kanala televîzyonî ya Kurdistan 24ê re axivîn û rewşa kurdên Îranê nirxand.

    Navenda Nûçeyan – Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Mistefa Mewlûd ragihand ku îdamkirina ji bo ramanên siyasî bûye bûyereke rojane ya li Îranê û bi vî awayî mafên mirovê her roj tê binpêkirin.

    îran
    © Foto: AFP PHOTO - SAFIN HAMED
    Mewlûd diyar kir ku ji pêkhatina şoreşa Îranê heta îro bi hezaran siyasetmedar bêyî darizandin û lêpirsîn hatine qetlkirin û got: ‘Dewleta Îranê dixwaze ku bi cezayê îdamê  muxalifên xwe, bi taybetî jî kurdan bêdeng bike. Hemû dinya cezayê îdamê wekî binpêkirina mafên mirovan dipejirîne; lêbelê kiryarên Îranê êdî mijara îdamê vegerandine bûyereke normal û nahêlin siyasetmedarên muxalif çav û devê xwe vekin.’

    Ji aliyekî din ve Sekreterê Giştî yê Partiya Civaka Kurdistanê (KOMALA) Ebdulah Muhtedî jî siyaseta îdamkirinê ya Îranê rexne kir û got: ‘Li gorî zanyariyên Neteweyên Yekbûyî cezayê îdamê herî zêde li Çînê û paşê jî li Îranê tê bicihanîn.’

    Bi heman mijarî:

    Goreke komî ya 30-40 kesî hate dîtin
    Hêzên dewletê rêvaberê MEYADERê kuştin!
    Rûsyayê ji bo şopandina Stenbolê pergala radarê test kir
    Li gorî agahiyên ji Emniyeta Wanê hat hilanîn polêsan 12 ciwan înfaz kirine!
    Li Stenbol û Elezîzê operasyona DAIŞê
    Etîketan:
    binpêkirina mafên mirovan, huqûq û azadiyan, siyasetmedarên muxalif, ramanên siyasî, cezayê îdamkirinê, şoreşa Îranê, Partiya Civaka Kurdistanê (KOMALA), Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î), Ebdullah Muhtedî, Mistefa Mewlûd, Îran, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de