22:54 12 Kanûn 2017
Zindî
    Polês, êriş, operasyon, leşker

    Hêzên dewletê rêvaberê MEYADERê kuştin!

    © REUTERS/ Sertaç Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Li navçeya Cizîrê di êrîşên hêzên dewletê de welatiyê bi navê Ahmet Zirig hate qetilkirin. Hate hinbûn ku demeke dirjî Zirig ranekirine nexweşxaneyê û ji ber vê wî jiyana xwe ji dest daye.

    Cizîr - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hêzên dewletê lidijî taxa Cûdiyê êriş pêk anîn û di encamê de welatiyê bi navê Ahmet Zirig ji ber guleberana leşkeran de ji stûyê xwe bi giranî birîndar bû. Ji ber ku ambulans neket taxê û Zirig nebirin nexweşxaneyê wî  jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Zirig ê ku ji rêveberên MEYADERê yê berê bû li taxê tê rawestandin.

    Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku cenazeyên welatiyên bi navê Şukru Coşkun û Nebî Katlav ên ku ji aliyê tîmên taybet ên taxa Cûdiyê rasterast guleberan kirin ve hatin qetilkirin jî ji ber êrîşan hêj nehatiye wergirtin. Welatiyên ku dixwazin biçin cenazeyan bigirin ji aliyê hêzên dewletê ve tên gulebarankirin.

    Cenazeyên Murat Ekîncî (22) û Murat Ergul (24) ên duh li taxa Cûdiyê ji ber ku guleya topê li malê ket û jiyana xwe ji dest dabûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê ji bo şopandina Stenbolê pergala radarê test kir
    Li gorî agahiyên ji Emniyeta Wanê hat hilanîn polêsan 12 ciwan înfaz kirine!
    Îranê bavê sê zarokan bêsedem gulebaran kir
    Li Stenbol û Elezîzê operasyona DAIŞê
    Serok Barzanî ji xwendekareke zanîngehê re name şand
    Li Wanê polêsek hat kuştin
    Li Şirnexê 8 cenazeyên revandî hatin wergirtin
    Etîketan:
    MEYA-DER, Ahmet Zirig, Şukru Coşkun, Nebi Katlav, Murat Ergul, Murat Ekinci, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de