02:04 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Polês - operayon - şer - îdiaya infazê

    Li gorî agahiyên ji Emniyeta Wanê hat hilanîn polêsan 12 ciwan înfaz kirine!

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 821212

    Li gorî agahiyên ku ji emniyeta Wanê gihiştiye destê Sputnik Kurdistanê, polêsan piştî îxbarkirinê mal şopandine û paşê jî bi operasyonê 12 ciwan înfaz kirine.

    Wan - Li navçeya Artemêtê tîmên taybet serê sibehê bi ser maleke de girtin. Li gorî daxuyaniya walîtiyê polêsek û 12 E'endamên rêxistinê' jiyana xwe dest dan, 2 polês jî birîndar bûn.

    Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku cenazeyên 12 kesên ku rakirin nexweşxaneyê ku temenê wan di navbera 18-25 salî ne û piraniya wan bi guleya li serê wan hatiye berdan jiyana xwe ji dest dane.

    Li li hemberî Parka Kocaelî ya taxa Yenîmahalle ya Artemêtana Wanê tîmên taybet serê sibehê bi ser maleke de girtin. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê pevçûnê herî kêm 2 saet berdewam kiriye.

    Hate hinbûn ku ji wesayîta zirxî ya kobrayê mal hatiye gulebarankirin. Dema serdegirtinê de polêsan derûdor girtine û 2 saetan gelek ambulans hatin û çûne.

    Derbarê serdegirtina tîmên taybet de li gorî daxuyaniya Waliyê Wanê Îbrahîm Taşyapan 12 ‘endamên rêxistinê' û polêsekî jiyana xwe ji dest dane û 2 polês jî birîndar bûne. 12 cenazeyên ku di serdegirtinê de hate gotin jiyana xwe ji dest dane jî hate hinbûn ku rakirine Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuyuzcu Yilê.

    Sputnik Kurdistanê derbarê vê mijarê de gihişte hin agahiyên girîng. Li gorî agahiyên ji emniyeta Wanê hat girtin de mala ku 12 ciwan lê ye hatiye îxbarkirin û piştî şopandina malê hêzên dewletê operasyon pêk anîna û 12 ciwan hatiye înfazkirin. Tê zanîn ku Ajansa Nûçeya Dicleyê jî ragihandibû ku piraniya ciwanan bi guleyên ku berdane serên wan hatine qetilkirin.

    Sıra Van'da mı? Ev Baskınında 12 Kişi KatledildiVan'da 12 kişinin yaşamını yitirdiği polis baskınında infaz görüntüleri…PAYLAŞ!!!

    Posted by Rojev — Gündem Yeni on 10 Ocak 2016 Pazar



    Bi heman mijarî:

    Îranê bavê sê zarokan bêsedem gulebaran kir
    Li Stenbol û Elezîzê operasyona DAIŞê
    Serok Barzanî ji xwendekareke zanîngehê re name şand
    Cebar Yawer: 'Bexdayê çekên Pêşmerge desteser nekirine'
    Li Wanê polêsek hat kuştin
    Li Şirnexê 8 cenazeyên revandî hatin wergirtin
    Etîketan:
    Wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de