12:46 20 Hezîran 2018
îran

Îranê bavê sê zarokan bêsedem gulebaran kir

© Foto : AFP PHOTO - SAFIN HAMED
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Li gorî nûçeya Ajansa KURDPAyê ya ku zanyariyên xwe spartine malbata kesê kuştî, li Urmiyê hêzên Îranê bi guleyan hemwelatiyek kuşt.

Navenda Nûçeyan – Hemwelatiyê bi navê Girmanê kurê  Elî Mehmûdpûr ê 46 salî di encama gulebarana rasterast a hêzên Îranê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî ragihandina malbatê, Girman Mehmûdpûr cotkar bûye û bi vê riyê hevjîn û sê zarokên xwe xwedî dikir. Malbatê teqez kir ku Memûdpûr ji gundê Maferan ê Urmiyê bû û li dijî qanûnan tu çalakiyek pêk neanîbû.

Hêjayî gotinê ye ku kurdên li ser sînorên Îranê bi berdewamî dibin armanca guleyên hêzên Îranê; kesên tawanbar tu carî nayêne darizandin û tu kes li dijî kuştina sivîlan nikare çalakiyekê li dar bixîne.

Bi heman mijarî:

Li Stenbol û Elezîzê operasyona DAIŞê
Serok Barzanî ji xwendekareke zanîngehê re name şand
Cebar Yawer: 'Bexdayê çekên Pêşmerge desteser nekirine'
Li Wanê polêsek hat kuştin
Li Şirnexê 8 cenazeyên revandî hatin wergirtin
Etîketan:
gulebarana rasterast, Girman Mehmûdpûr, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de