17:54 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Li Îzmîrê Hevseroka HDPê jî tê de 20 kes has hatin binçavkirin

    Li Îzmîrê polêsan êrişî meşê kir: 35 jin hatin binçavkirin

    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 710

    Li bajarê Îzmîrê polêsan êrişî meşa jinan ya ku qetlîama Parîsê şermezar dikirin kir. Hevseroka HDPê ya Îzmîrê jî di nav de 35 jin hatin binçavkirin.

    Navenda Nûçeyan - Ji bo bîranîna jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, jin li Îzmîrê li hev civiyan. Lê polêsan êrîş kirin û 35 jin girtin binçavan.

    Li ser banga pêkhateyên KJA yên Îzmîrê, ji bo bîranîna jinên kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, komek ji jinan li ber Erbîl Suer a Kolana Kibris Şehîtlerî ya Îzmîrê li hev civiyan, lê jin rastî êrişî polêsan hatin.

    Polêsan jin bi erdê re kişandin û Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Dîlek Aykan jî di nav de 35 jin binçav kirin.

    Hat ragihandin ku jinên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê.

    Bi heman mijarî:

    Li Îdir, Îzmîr û Bismilê 2 jê zarok 14 kes hatin binçavkirin
    Di çalakiya Îzmîrê de gelek kes hatin binçavkirin
    Li Îzmîrê 40 kes hatin binçavkirin
    Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Kongreya Jinên Azad (KJA), HDP, Dîlek Aykan, Îzmîr, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de