00:50 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Şewitandina tiran

    Di rêya Hezex û Midyadê de 6 tir hatin şewitandin

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 79 0 0

    Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) di navbera Hezex û Midyadê de kontrola rê kirin.

    Navenda Nûçeyan - Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) di navbera Hezex û Midyadê de kontrola rê kirin û di kontrole de 6 tirên ku sekinandin, hatin şewitandin û Rêya Îpekê li çûn û hatinê hat girtin.

    Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) li ser rêya navbera navçeya Şirnex Hezex û navçeya Mêrdîn Midyadê kontrola rê kirin.

    Endamên YPSê gelek wesayîtên di rê de derbas dibûn sekinandin û nasname kontrol kirin.

    6 tirên hatin sekinandin, hatin şewitandin û Rêya Îpekê li çûn û hatinê hat girtin.

    Bi heman mijarî:

    Li navçeya Hezexa Şirnexê teqîn: 3 welatî hatin kuştin û 3 jî birîndar in
    Meşa Cizîrê: Bi hezaran kes gihiştin Hezexê
    Li Hezexê teqîn
    Nasnameya ciwanê ku li Hezexê hat kuştin diyar bû
    Etîketan:
    Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS), Midyad, Hezex, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de