07:51 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Qeza

    Li Balikesirê otobêsa koçberan qelibî: 8 mirî û 42 birîndar

    © Foto: AA/ Muhammed Boztepe
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 42 0 0

    Li navçeya Havrana Balikesirê otobêsa ku penaberên Sûriyeyê tê da bûn qelibî û li gorî agahiyên ewil di qezayê da 8 kes mirin û 42 kes jî birîndar bûn.

    Navenda Nûçeyan - Li navçeya Havrana Balikesirê otobêsa ku penaberên Sûriyeyê tê da bûn qelibî û li gorî agahiyên ewil di qezayê da 8 kes mirin û 42 kes jî birîndar bûn.

    Li gorî zanyariyên berdest otobêsa bi plaqeya 13 EC 403 ku Yaşar Ozkan (63) ajovanê wê bû li ser rêya E-87a Balikesir-Çanakkaleyê li texma hevraza Şapçiyê qelibî.

    Hat ragihandin ku di qezayê da ajovanê otobêsê û 7 penaberên sûriyeyî mirin, 7 jê giran 42 kes jî birîndar bûn.

    Li gorî zanyariyên berdest di nava birîndaran da jineke ducanî û 12 zarok jî hene.

    Kesên birîndar li nexweşxaneyên Edremit, Havran, Îvrîndî û Balikesirê tên dermankirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Kirşehirê qezaya trafikê: 9 mirî û 17 birîndar
    Li Wanê qeza qewimî: 11 kesan jiyana xwe ji dest dan
    Li ser rêya Wanê qeza: 6 mirî, 5 birîndar
    Li Rûsyayê qezaya helîkopterê: 15 mirî
    Li Dortyolê qezaya trafîkê: 12 karker birîndar in
    Etîketan:
    Yaşar Ozkan, Balikesir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de