09:44 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Leşkerên Îranê

    7 leşkerên din ên Îranê di şerê Sûriyeyê de hatin kuştin

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 901

    Di şer û pevçûnên li bajarê Helebê yê Sûriyeyê de 7 leşkerên din ên Îranê hatin kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî medya Îranê, 7 leşkerên wî welatî yên li Sûriyê di pevçûnên vê dawiyê de hatine kuştin û duhî merasima binaxkirinê ji wan re hatiye lidarxistin.

    Wekî ku medya Îranê belav kiriye, ew 7 leşkerên Îranê zêrevanên herema Hz Zeyneb bûne û li gorî çavkaniyên nêzîkî Hikûmeta Îranê di pevçûnên bi "komên çekdar ên tekfîrî" de hatine kuştine.

    Merasima spartina wan ya axê duhî li bajarên Şîraz, Qom û Erak ên Îranê lidar ketiye.

    Ajansa fermî ya nûçeyan a IRNAya Îranê ragihand ku 3 ji wan leşkeran xelkê bajarê Şîrazê bûne û nasnameya wan kesan jî wek Nizam Muhsinî 42 salî, Cemşîd Ehmedî 36 salî û Mihemed Zeman Etayî 28 salî hatiye ragihandin.

    Aboriya Îranê
    © AP Photo/ Vahid Salemi
    Li gorî IRNAyê, her wiha Mihemed Zuhrêwend jî leşkereke din ê xelkê bajarê Eraka Îranê ye ku duhî merasima veşartina wî lidar ketiye. Ji aliyekê din ve ajansa Tesnîm a nêzîkî hikûmetê jî belav kiriye, ku 3 leşkerên Îranê ku di pevçûnên li Sûriyê de hatibûn kuştin, li bajarê Qomê hatine veşartin û navê van leşkerên kuştî bi vî awayî ne, Mehdî Hisênî, Selîm Salarî û Hesen Esedullah.

    Destpêka heftiyê jî Admîraleke Îranê ligel 9 îranî û afxanî di şer û pevçûnên Sûriyê de hatibû kuştin û termên wan bo Îranê hatibû veguhastin.

    Bi heman mijarî:

    Îran bazirganiya bi Kurdistanê re asteng dike
    Ji Erebistanê daxuyaniya ‘Şerê Îranê'
    Îranê bersiva Erebîstana Siûdî da
    Jetên Siûdî balyozxaneya Îranê bombe kirin
    Kurdistan: 'Em derbarê pêwendiyên Îran û Erebistanê bêalî ne'
    Etîketan:
    Artêşa Îranê, Mehdî Hisênî, Nizam Muhsinî, Mihemed Zeman Etayî, Cemşîd Ehmedî, Îraq, Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de