23:07 20 Îlon 2017
Zindî
    Erdogan

    Wezîrê berê yê Pêşmerge Erdogan derewand

    © Foto: Haber Sol
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 93610

    Li gorî nûçeya Dengê Amerîkayê, Wezîrê berê yê Pêşmergeyê Kurdistanê Hemîd Efendî gotiye: ‘Erdogan rast xeber nade. Hêzên Tirkiyayê hindik in û li paş eniya şer in, tevahiya eniya Başîqayê ji aliyê Hêzên Pêşmergeyan de tê kontrolkirin.

    Navenda Nûçeyan — Serokomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan di axaftineke xwe de gotibû: Hêzên me li bakurê Iraqê li Başîqayê bersiva êrîşeke DAIŞê daye û 18 terorîstên DAIŞê kuştine. Ev jî nîşan dide ku hebûna hêzên me yên li wê herêmê tiştekî rast e û Tirkiya li gorî hevkariya navneteweyî şerê DAIŞê dike.'

    Lêbelê Wezîrê Wezîrê berê yê Pêşmergeyê Kurdistanê Hemîd Efendî jî dibeje: ‘Erdogan derew xeber dide û hêzên wan 18 terorîst nekuştine. Ev yek ne rast e, li eniya Başîqayê şerê li dijî DAIŞê eniyeke berfireh e; tevahiya herêmê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve tê kontrolkirin. hêzên Tirkiyayê hindik in û li paş eniya şer in.' Hemîd Efendiyê niha Serleşker û Berpirsê Eniya Başiqe ye û şerê li dijî terorîstên DAIŞê dimeşîne.

    Ji aliyekî din ve Berpirsê Şaxa 14an a PDKê yê li Mûsilê Saîd Memûzînî ji bo Radioya Sawa ragihand ku nûçeya ku dibêje hêzên Tirkiyayê terorîstên DAIŞê kuştine ne rast e. Êrîşa DAIŞê li Başîqayê pêk nehatiye, dibe ku li eniya Naweran pêk hatibe.

    Memozînî derbarê êrişayê de wiha got: ‘Li Başîqayê tenê Hêzên Pêşmerge êrişa DAIŞa şikandiye û di encamê de 16 terorîst hatine kuştin, 2 ji wan emîr in.'

    Hêjayî gotinê ye ku bêyî daxwaza Iraqê hinek hêzên Tirkiyayê li herêma Başiqayê ya nêzîkî Mûsilê bi cih bûne û Iraq bi tundî li dijî hebûna hêzên Tirkiyayê ya di nava axa xwe de ye; herwiha ev mijar di navbera her du welatan de bûye sedema krîzeke dîplomatîk.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Jetên Rûsyayê bê navber li DAIŞê dixin
    Terorîstê DAIŞê bi fermana rêxistinê diya xwe kuşt
    Artêşa Iraqê qira DAIŞê anî: 75 kuştî
    DAIŞ û El Qaîde hev bihêz dikin
    DAIŞê êriş kir, 12 kes hatin kuştin
    Etîketan:
    PDK, Kurdistan, kurd, Pêşmerge, DAIŞ, Hemîd Efendî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de