11:38 24 Îlon 2017
Zindî
    Welatiyan 35 cenaze ji ber qedexe û êrişên dewletê nikarin defin bikin

    Li bajarên kurdan morg tijî bûne, dewlet destûra defnê jî nade!

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2901

    Şaredariya Şirbexê daxuyand ku li morgan herî kêm 35 cenaze hene, êdî morg tijî bûne, ji ber qedexe, êriş û kuştinên hêzên dewletê pêk tîne welatiyan nikarin cenazeyan defin bikin.

    Şirnex - Piştî ku di rêziknameya ATKê de guhertin pêk hatin, Serhekîmiya Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji şaredariyan re nivisa ‘Cenazeyan bigirin' rê kir.

    Şaredariya Şirnexê jî diyar kir ku malbat dixwazin cenazeyên xwe li Silopî û Cizîrê defin bikin, lê ji ber qedexeyê karên definkirinê nayên kirin û ew jî nikarin derbarê vê yekê de tu kar bikin.

    Di êrîşên rêveberiya awarte de hêzên dewletê gelek welatiyan qetil kir û ji ber ku rêveberiya awarte berdewam dike cenaze di morgên nexweşxaneyên Şirnex, Silopî û Cizîrê de tên rawestandin.

    Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan ragihand ku niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê 13, tevî yên li Cizîr û Sîlopiyê jî niha li morgan 35 cenaze hene.

    Zilma li ser cenazeyan ku têrî nake vê carê jî piştî guhertina rêziknameyê êdî Saziya Tipa Edlî (ATK) dikare bi xwe cenazeyan bigire û defin bike.

    Piştî vê guhertinê Serhekîmiya Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji şaredariyan re nivisa ‘Cenazeyan bigirin' rê kir. Şaredariya Şirnexê jî ji Serhekimiya Nexweşxaneyê re nivis rê kir û diyar kir ku ji ber ku malbat dixwazin cenazeyên xwe li Cizîr û

    Silopiyê defin bikin ew nikarin der barê cenazeyan de tu karî bikin.

    Bi heman mijarî:

    YJA Star:'Hêrsa me ji her demê zêdetir e'
    PKK: ‘Em soz didin ku em ê tola jinên kurd ên qetilkirî hilînin'
    Li Sûrê zaroka 17 salî hate kuştin
    Li Cizîrê êrişa dewletê: 2 welatî hatin kuştin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de