12:09 26 Îlon 2017
Zindî
    YJA STAR

    YJA Star:'Hêrsa me ji her demê zêdetir e'

    © Foto: yja-star.com
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star bi wesîleya salvegera qetlîama Parîsê daxuyanî da, wiha got: ‘Wek jinên Kurd biryarbûna me û ezmê me, hêrsa me ya vê hêza me mezin dike ji her demê zêdetir e.'

    Navenda Nûçeyan — Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star bi boneya 3. salvegera qetlîama Parîsê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em dikevin 3. salvegera bi hovîtî qetilkirina 3 hevalên xwe yên Kurdistanî. Di pêşwazîkirina salvegera 3'emîn di pêvajoyek wiha de em di şexsê hevala Sara ya fermandara pêşenga tevgera me ya azadiya jin e, her wiha Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de tevahî şehîdên me yên leheng ên li dijî bê rûmetiyê, zextê, zilmê û tine hesibandinê bi dilê jinê yê jiyana dafirîne sekinîne bi bîr tînin, li hember bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.'

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê, YJA Starê di daxuyaniya xwe de got: ‘Dema Rêber Apo ev qetlîam wek ‘Qirkirina Dêrsimek Nû' pênase dikir, bal kişand ku li ser gelê Kurd qirkirinên nû tên rewa dîtin. Qetilkirina hevalên Sara, Rojbîn û Ronahî di şexsê jinan de destpêkirina pêkanîna qirkirina gelekî ya pêvajoya nû ye. Jixwe wehşeta DAIŞ'ê ya li Kobanê, Şengalê pêk hat jî rastiya vê tespîtê datîne holê. Her çiqasî navên ên wehşetê pêk tînin diguhere jî dîsa di heman rêyê de îro jî pêk tên. Îro li Bakurê Kurdistanê, li Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Farqîn, Silopiya, Kerboranê van pêkanînên DAIŞwarî îspata wê ya herî vekirî ye.'

    Daxuyaniya YJA-Star wiha bi dawî bû: ‘Di 3emîn salvegera qetlîamê de em wek hêzên YJA Starê careke din di şexşê hevalên Sara, Rojbîn, Ronahî, Sêvê, Pakîze û Fatma de tevahî şehîdên xwe yên têkoşîna azadiya jinê gihandine lûtkeyê bi rêzdarî û mînet bi bîr tînin. Em diyar dikin ku em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî bi bîranînên wan girêdayî bimînin.'

    Bi heman mijarî:

    HPG û YJA Star: Dewleta tirk bi cesareta ji nokerên kurd digire, êrişî gel dike
    YJA STAR: Li Tetwanê 25 leşkerên tirk hat kuştin
    YJA STAR: 12 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bun
    Etîketan:
    YJA STAR, Fatma Uyar, Pakîze Nayir, Sêvê Demîr, Fîdan Dogan, Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de