08:46 23 Îlon 2017
Zindî
    Hêzên PKKê

    PKK: ‘Em soz didin ku em ê tola jinên kurd ên qetilkirî hilînin'

    © Foto: Yeni Ozgur Politika
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 137320

    PKKê derbarê Qetlîama Parisê û kuştina 3 jinên li Sîlopiyê de daxuyanî da û got: ‘Revî rêheval Tevî Sara, Rojbîn û Ronahî em hevalên Sêvê, Fatma û Pakîze bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin, ku em ê têkoşîna şehîdên xwe bi ser bixînin.'

    Navenda Nûçeyan — Di 9ê Çilaya 2013an de 3 jinên siyasetmedar ên kurd li Parîsê hatin qetilkirin. Piştî 2 sal ji ser vê bûyerê derbasbû dîsa xwînrijên hov li ser karên xwe ne û 3 siyasetmedarên kurd jî li Sîlopiyê hatin kuştin.

    Li ser vê yekê îro Komîteya Rêveber a PKKê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9ê Çileya 2013an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin û sê siyasetmedarên jin ên di 5ê Çileya 2016an de li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, bi daxuyaniyeke nivîskî bibîr anî.

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê PKKê di daxuyaniyê de got: ‘Berxwedana azadiyê ya jinên Kurdistanê bi qetilkirina Sakîneyan neqediya û wê neqede. Weke mînaka îro ya Silopiyayê, wê Sakîne her zêde bibin, mezin bibin û pêşengiya xwe ya ji berxwedana li Kurdistanê re bidomînin.'

    Di daxuyaniya PKKê de wiha hat gotin: ‘Weke PKK em soz didin, ku em ê tola hemû mirovên me yên li bajarên Kurdistanê hatin qetilkirin û tola jinên Kurd ên pêşeng ên bi birîndarî bi îşkenceyê hatin înfazkirin, hilînin.'

    PKKê got: ‘Gelê me pê dizane ku ji dergûşê heta goristanê, jiyan berxwedan e. Jinên Kurdistanê hîn bûne ku berxwedana topeykûn şertê yekane yê jiyana azad e û bi vî rengî pêşengiyê ji vê berxwedanê re dikin. Lewma li pêşiya jinên Kurdistanê tu astengî nîne. Tirsa hêzên desthilatdariya faşîst a ji jinên pêşeng, ji qetilkirina keçên ciwan, dayik û pitikên sê mehî tê fêmkirin. Tirsa ji jina azad, karakterê faşîzmê ye. Ji ber vê yekê, xurtkirina berxwedana sekna jina azad a bi pêşengiya PKK û PJAKê, mezinkirina berxwedanê wê esas bê girtin.'

    PKKê di dawiyê de got: ‘Em komkujiya 9ê Çileya 2013an a Parîsê û Komkujiya Silopiyayê lenet dikin. Bi vê wesîleyê, em hevrê Sara, Rojbîn, Ronahî, hevalên Sêvê, Fatma, Pakîze û hemû şoreşgerên jin ên şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê tola şehîdan hilînin, têkoşîna wan jî bi ser bixînin. Em bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê dikin ku tevlî berxwedana li welatê me hatiye destpêkirin bibin, bang li tevahiya gelê xwe dikin ku xwedî li berxwedanê derkeve, mezin bike, bang li welatparêz, şoreşger û raya giştî ya demokratîk dkin ku têkoşînê hevpar bikin û heta afirandina jiyana azad li dijî zilmê berxwedanê bidomîne.'

    Bi heman mijarî:

    KCK: ‘Kêr êdî gihiştiye hestî, divê her kes rabe ser piya'
    KCK: ‘Heta ku Kurdistan azad nebe, komkujî dawî nabe'
    KCKê bang li gelê Elewî kir
    KCK: 'Berpirsên van polîtîkayên qetlîamê wê nêz an dereng bên cezakirin'
    KCK: ‘Ji ber îflasa polîtîkaya li Sûriyeyê Erdogan mase qeliband'
    KCK: ‘Dewleta tirk dixwaze kurdan ji holê rake'
    Etîketan:
    PKK, Pakîze Nayir, Sêvê Demîr, Fatma Uyar, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Sakîne Cansiz
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de