15:57 20 Îlon 2017
Zindî
    Binçavkirin, operasyon

    Bîlançoya operasyonên siyasî: 19 kes hatin binçavkirin

    © Foto: AA / Erhan Elaldı
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Li dijî siyasetmedarên kurdan operasyonên dewleta tirk berdewam dike. Îro herî kêm 19 kes hatin binçav kirin.

    Ajansa Nûçeyan a Firatê ragihand ku îro li Amed, Riha, Antalya û Stenbolê herî kêm 19 kes hatin binçavkirin.

    RIHA

    Li navçeya Riha Bêrecûk û taxa Aşme, polês û leşkeran avêtin ser gelek malan. Li taxa Aşmeyê di serdegirtinê de Hevserokê DBPê Hasan Yildiz hate binçavkirin. Li navenda navçeyê jî Hevserokên HDPê Yusuf Yeşîltepe û Adîle Arici, rêveberê DBPê Huseyîn Karaliyan, rêveberê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) Mîkaîl Kiliç, endamê Meclîsa Şaredariyê Alîye Kizildamar hatin binçavkirin. Hate hinbûn ku operasyon ji ber çalakiyên şerezarkirinê yên li hemberî êriş û kuştinên li Kurdistanê dewlet pêk tîne çêbûye. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polêsan a Navçeyê.

    ANTALYA

    Li taxa Kultur a navçeya Antalya Kepezê, polîsan avêtin ser malekê û xwendekarê Zanîngeha Akdemîzê Sercan Yanik girtin binçavan. Di serdegirtinê de gelek pirtûkên li malê ji aliyê polêsan ve hatin desteserkirin. Yanir birin Şaxê TEM ê Çalli yê Midûriyeta Emniyetê ya Antalyayê.

    STENBOL

    Lêgerîna polîsan a li avahiya HDPê ya Beyoglû ya Stenbolê bi dawî bû. Polîsan deriyê avahiyê şikandibûn û ketibûn hundir. Polîsan li hundirê avahiyê posterên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan çirandin. Di encama serdegirtinê de Hevseroka HDPê ya Beyogluyê Rûkiye Demîr jî heye 9 kes hatin binçavkirin.

    AMED

    Li Taxa Lalebey a navçeya Sûrê ya Amedê, tîmên taybet bi ser malekê de girtin. Di serdegirtinê de birayên bi navê Yûnûs Garli û Kerem Garli û mêvanekî ku navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin. Nehat zanîn ku sedema binçavkirinê çi ye û ew birine ku derê. Li taxê dorpêça polêsan dewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Li Burdur û Mersînê 10 kes hatin binçavkirin
    Bi dehan kes hatin binçavkirin, 2 kes hatin girtin
    Hevşaredara Silopiyayê û ajokarê wê hatin binçavkirin
    Li dijî meşa Sûrê êriş: Gelek kes hatin binçavkirin û birîndarkirin
    Bîlonçoya îro: Nêzî 60 welatiyên kurd hatin binçavkirin, 3 kes jî hatin girtin
    Li Zanîngeha Înonuyê nêzî 70 xwendekarî hatin binçavkirin
    Etîketan:
    DBP, HDP, Yûnûs Garli, Mîkaîl Kiliç, Huseyîn Karaliyan, Yusuf Yeşîltepe, Hasan Yildiz, Sercan Yanik, Riha, Stenbol, antalya, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de