09:58 21 Îlon 2017
Zindî
    Li Stenbolê ji bo Sêvê, Pakîze û Fatmeyê çalakî

    Li Stenbolê ji bo Sêvê, Pakîze û Fatmeyê çalakî

    © Foto: ETHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Jinên HDP, HDK û KJA sê jinên siyasetmedar ên ku li Silopiyê hatin qetilkirin, li ber Lîseya Galatasarayê bi çalakiyek şermezar kirin.

    Stenbol - Çalakiya ku Cîgira Koma HDPê Pervîn Buldan jî beşdarê bû pankartên ‘Em bi rêveberiyên cewherî xwe bi rêxistin dikin', ‘Bi Sarayan ruhê xwe azad dikin' û wêneyên her sê siyasetmedarên jin hatin hildan.

    Li ser navê jinan aktîvîsta KJAyê Medya Aydemir daxuyaniyê da û diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê ku hêj hesabê petilkirina 3 siyasetmedarên kurd ku Sakîne Cansiz jî di nav wan de bû nedaye qetlîamek din pêk anî û wiha got: ‘Dewlet ji jinên ku xwe bi rêxistin dikin û azad dibin ditirse. Ev êrîş li dijî, rûmet, bîrdozî û azadiya me pêk hatiye.'

    Piştî Aydemîr, Cîgira Koma HDPê Pervîn Buldan axivî û wiha got: ‘Jinên siyasetmedar ku ji berxwedana gel ya Silopî re pêşengiyê kirine hedef hatine girtin. Dewlet bi qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên kurd, peyama 'Ger hûn têkoşîna xwe berdewam bikin em ê jî we qetil bikin' daye. Lê em soz dididin ku wekî jin têkoşîn Sakîneyan, Leylayan, Fîdanan û di heman demê de ya Sêvêyan, Pakîzeyan û Fazmayan li erdê nehêlin.'

    KJA: Saraların ruhuyla özgürleşiyoruzParis'te katledilen Sakine, Leyla, Fidan'ın ölüm yıl dönümünde sokağa çıkan KJA ü…

    Posted by ETHA-Etkin Haber Ajansı on 8 Ocak 2016 Cuma

    Bi heman mijarî:

    DBP: Her sê jin bi îşkenceyê hatin qetilkirin
    3 siyasetmedarên jin ên kurd li Silopî hatin kuştin
    Li Kopê ji 24 siyasetmedarên kurd re 44 sal ceza
    Li Wan, Îdir û Rihayê gelek welatî û siyasetmedarên kurd hatin girtin û binçavkirin
    Etîketan:
    HDP, HDK, Kongreya Jinên Azad (KJA), Pervîn Buldan, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de