09:39 21 Îlon 2017
Zindî
    Êrişa Îsraîlê

    Li Îsraîlê dengê çekan

    © REUTERS/ BAZ RATNER
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1001

    Naşat Melhemê ku hefteya borî êrişî bareke bajarê Tel Avîva Îsraîlê kiribû û du kes kuştibûn, hat kuştin.

    Navenda Nûçeyan - Naşat Melhemê ku hefteya borî êrişî bareke bajarê Tel Avîva Îsraîlê kiribû û du kes kuştibûn, îro ji terefê polêsên îsraîlê ve hat kuştin.

    Polêsên Îsraîlê, piştî êrîşa ku roja îna borî li Tel Avîvê bû û di encamê de du kes hatin kuştin kete pey şopa êrişker. Polêsan îro li bajarokê Arara ku dikeve bakûrê welat, li dijî Melhem operasyon da dest pekirin.

    Êrişker li bajarokê Ararayê di nava camiyekê de dor lê hat pêçandin û Naşat Melhem ji terefê polêsên Îsraîlê ve hat kuştin.

    ​Melhem hefteya borî li bajarê Tel Avîvê êrişî barekê kiribû û piştî ku du kes kutibûn û 7 kes jî birîndar kiribû, bi teksiyekê revîyabû û paşî şifirê teksiye jî kuştibû.

    Wezîrê Ewlehî û Gelemperî yê Îsraîlê Gilad Erhan ji bo operasyona serkeftî hêzên ewlehî pîroz kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li sînorê Îsraîl û Libnanê şer
    Pûtîn li Îsraîlê mirovê salê hate hilbijartin
    Hizbullah: Îsraîl wê hisabê kuştina fermandarê me bide
    Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir: Fermandarekî Hizbullahê hat kuştin
    Îsraîl: Bila Erdogan dev ji vî zimanê xwe yê tewş berde
    Etîketan:
    Wezîrê Ewlehî û Gelemperî yê Îsraîlê, Gilad Erhan, Naşat Melhem, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de