08:08 24 Îlon 2017
Zindî
    Navenda Giştî ya HDPê

    Ji AKPê hemleya birîna budçeya şaredariyên HDPê

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Serokê Komîsyona Turîzm, Ragihandin û Îmarê Erol Kaya, ji bo şaredariyên HDPê pêşniyara birîna budçeyê.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Komîsyona Turîzm, Ragihandin û Îmarê ya Parlamentoya Tirkiyeyê Erol Kaya, ji bo şaredariyên HDPê pêşniyara birîna budçeyê. Kaya, pêşniyara dana budçeyên şaredariyên HDPê bi şert ve girêda, ev jî tê wateya modela Brîtanyayê ku perêyên têne şandin li gorî şert û mercan divê were serfkirin, heke ev nebe pere berepaş tên standin.

    Dana pereyan bo wan şaredariyan ne rast e

    Erol kaya di berdewamiya axaftina xwe de got, li Tirkiyeyê ji sedî 6ê bacê li şaredariyan tê belavkirin û divê êdî em gotûbêja modeleke nû bikin. Di sala 2014an de şaredariyên ku 300 milyon pere di qaseya xwe de bihêle û xizmetê neke ne rast e ku ev pere were dayin. Ji bo Çareseriyê divê modela Brîtanya were nîqaşkirin. Budçeya 6 şaredariyên HDPê 1,1 milyar pere dike û heta niha ji sedî 30yê van pereyan hatiye serfkirin. Di vê rewşê de divê waliyên bajaran jî midexaleyan bikin.

    Bi heman mijarî:

    HDPê, şertê Ocalan danî pêşiya guherandina makeqanûnê
    Polêsan rûyên xwe veşartin û girtin ser HDPê! Hevserok hat binçavkirin
    Binçavkirinên endamên HDPê dewam dike
    Rayedarê HDPê: NATO di dîroka xwe de tucarî midexaleya şerê navxweyî nekiriye
    Parlementerê HDPê: ‘Rewşa Cizîr û Sîlopiyê ji Kobanê xirabtir e'
    Etîketan:
    Komîsyona Turîzm, Ragihandin û Îmarê ya Meclîsê, Erol Kaya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de