15:52 20 Îlon 2017
Zindî
    Osman Baydemîr

    HDPê, şertê Ocalan danî pêşiya guherandina makeqanûnê

    © Foto: AA/ Murat Kaynak
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr destnîşan kir ku divê tecrîda ser Ocalan were rakirin.

    Binçavkirin, operasyon
    © Foto: AA / Erhan Elaldı
    Navenda Nûçeyan — Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr di civîna çapemenî ya meclîsê de ragihand ku gerek makeqanûn were guherandin û ev şert e. Ji vir ez dîsa dibêjim divê tecrîda ser Îmraliyê ya ser Ocalan were rakirin.

    Baydemîr di axaftina xwe de rastî pirsa ‘hûn wekî HDPê, hûnê piştgiriyê bidin makeqanûneke' bersivand û got, ev şerê ku îro em têde ne û li Sûr, Cizîr, Silopî û li gelek navçe û bajarên welat kuştina însanan rasterast bi pirsgirêka makeqanûnî ve girêdayî ye, ji bo ku makeqanûna niha kurdan himêz nake em rastî van şer, pevçûn û kuştinan tên. Çêkirina Makeqanûneke nû firsendeke mezin e ji bo pirsgirêka kurdan.

    Guherandina makeqanûnê şert e

    Osman Baydemîr di dirêjiya axaftina xwe de got, guherandina makeqanûna nû şert e, lê ji bo xebatên guherandinê divê zemîna diyalog û agirbesê were sazkirin. Ji bo vê jî divê tecrîda ser Îmraliyê ya ser Ocalan were rakirin. Ev qanûna herî xerab ku hûn dibêjin em ê biguherînin niha li Cizîr û Şirnexê îxlalan dike, ev dubendî ye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Binçavkirinên endamên HDPê dewam dike
    Rayedarê HDPê: NATO di dîroka xwe de tucarî midexaleya şerê navxweyî nekiriye
    Parlementerê HDPê: ‘Rewşa Cizîr û Sîlopiyê ji Kobanê xirabtir e'
    Hevseroka HDPê ya Mûşê hate girtin
    HDP: Cizîr, Sîlopya, Nisêbîn, Sûr, Kerboran, bûne navenden kuştinan.. 126...
    Etîketan:
    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Osman Baydemîr, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de