21:55 25 Îlon 2017
Zindî
    Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed

    Îlham Ehmed ji bo hevdîtinên bi muxalefeta Sûriyê re çû Ewropayê

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Hevseroka Meclîsa Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, ji bo ku bi hêzên muxalefeta Sûriyê yên ku beşdarî civîna damezrêner a Meclîsa Sûriya Demokratîk nebûne re hevdîtinan bike, çû Ewropayê.

    Kobanê - Li gorî  nûçeya ANHAyê ev hevdîtin weke berdewamiya civîna Dêrikê tê kirin û armanc jî ew e ku li gel hemû aliyên siyasî û kesayetên ku  beşdarî civîna Dêrikê nebûne re, danûstandin bê kirin.

    Ev hevdîtin jî bi armanca komkirinan hemû aliyên siyasî yên Sûriyê ku li Ewropayê belav dibin û vexwendina wan ji bo konfransa MSDê ya  ku dê li Ewropayê bê li dar xistin, tê kirin.

    Girêdayî heman mijarê Serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim jî dê di rojên pêş de, bi armanca nîqaşa derbarê projeyên gelê kurd ên ji bo Sûriyê, li Swîsreyê bi Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura re, bicive.

    Bi heman mijarî:

    2 çawişên pispor hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar in
    Rûsya wê jetên Su-34ê nûjen bike
    Li Cizîrê êrişa dewletê: 2 welatî hatin kuştin
    Li Sûrê zaroka 17 salî hate kuştin
    Li Sûrê leşkerek hat kuştin, 3 jî birîndar in
    Etîketan:
    Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Salih Muslim, îlham Ehmed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de