08:31 26 Îlon 2017
Zindî
    DAIŞ

    MÛSİL - Şer û pevçûn: 32 bombe 16 otomobîl 70 kuştî

    © Foto: AP Photo/ Militant website via AP, File
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 914 0 0

    Hat ragihandin ku, li Mûsilê di navbera hêzên Iraqê û terorîstên DAIŞê de şerêkî giran derket. Di şer de 16 otomobîlên DAIŞê hatin teqandin û 70 terorîstên DAIŞê jî hatin kuştin.

    Rumadi — Li gorî daxuyaniyên Iraqê li çend eniyên şer ên li parêzgeha Enbarê û bi taybet li bajarê Rumadiyê û derdora wê 16 otomobîlên leşkerî û bombekirî yên DAIŞê teqandin û 70 terorîstên DAIŞê hatin kuştin, herwiha 32 bombeyên vedayî li derdora bajarê Rumadiyê teqandin û pûçkirin.

    Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin:

    Di alîyê Balafirên şer ên Iraqê ve 12 otomobîlên DAIŞê hatin teqandin û bi dehan terorîst jî hatin kuştin û birîndar bûn.

    Til Efer: 15 kuştî

    Herwiha balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî jî li gundê Eyaziye ya devera Tolî Paşa ya girêdayî navçeya Til Eferê cihê terorîstên DAIŞê dane ber bombeyan û di encamê de 15 terorîst hatin kuştin û hejmarek otomobîl jî hatin teqandin."

    Mûsil: 19 kuştî

    Hat ragihandin ku balafirên hevpeymanan gundê Timarat a li bajarokê Herane ya girêdayî Mûsilê bombebaran kirin û di encamê de 19 DAIŞî hatin kuştin û 7 terorîstên jî birîndar bûn."

    Şingal: 18 kuştî

    Di beşeke din a daxuyaniyê de li başûrê navçeya Şingalê jî êrişî DAIŞê hatiye kirin. Di encama wê êrişê de jî "18 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û 9ên din jî birîndar bûn. Herwiha balafiran otomobîleke DIAŞê jî têkbirin û hemû terorîstên di nav wê otomobîlê de jî hatin kuştin.

    Felûce: 12 kuştî

    Hikûmeta Iraqê ragihand ku li Başûrê bajarê Felûceyê jî di hêzên ewlehiyê yên Iraqê û terorîstên DAIŞê de pevçûn derketin û di encama pevçûnan de 12 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û birîndarkirin. Herwiha 32 bombeyên vedayî hatin pûçkirin û depoyeke çek û teqemeniyan a DAIŞê hat teqandin."

     

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Jetên Rûsyayê bê navber li DAIŞê dixin
    Terorîstê DAIŞê bi fermana rêxistinê diya xwe kuşt
    17 milîtanên DAIŞê ku êrişî kampa Başîqayê kirin hatin kuştin
    Artêşa Iraqê qira DAIŞê anî: 75 kuştî
    DAIŞ û El Qaîde hev bihêz dikin
    Etîketan:
    birîndar, kuştin, pevçûn, Şer, DAIŞ, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de