17:37 26 Îlon 2017
Zindî
    Sidqî Zîlan daxuyaniya Partiyên Kurdistanî dixwîne

    ‘Ji şer re na, ji Kurdistanê re statu'

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 189 0 0

    Şeş partiyên kurdan îro li Qada Şêx Seîd bi daxuyaniyekê banga rawestandina şer kirin.

    Omer Faruk Baran

    Amed — Nûnerên şeş partiyên kurdan, îro danê nîvro li pêş Qada Şêx Seîd civiyan û bi daxuyaniyekê banga rawestandina şerê li bajarên kurdan kirin. Li ser navê Hereketa Azadî, OSP, PAK, PAKURD, PDK-Bakur û PSKyê Serokê Hereketa Azadiyê Sidqî Zîlan daxuyanî xwend.

    Di daxuyaniyê de wiha gotin: ‘Di van rojên dawîn de, bi taybetî zarok, jin û siyasetmedar bi zanatî dibin armanca êrîşan. Dîsa behsa girtina partiyên siyasî û behsa 'bedeldayîna' siyasetmedaran tê kirin. Eşkere ye ku ev siyaset û helwest dê pirsgirêkan aloztir bike, çareseriyê dê zêdetir bixitimîne. Ev helwest û tevger xizmeta berjewendiyên gelên Kurdistanê nake; herwiha faydeyekê nade gelên Tirkiyê jî.’

    Ji aliyekî din ve van 6 partiyên kurdan di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku ji bo rawestandina şer demildest li ser dewleta tirk û PKKê zextên xwe zêdetir bikin.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘Pirsa kurd û Kurdistanê divê li ser esasê statuyeke wekhevî, dadwerî û hiqûqê, bi riyên aştiyane û siyasî bê çareserkirin. Lewre em dibêjin 'Ji şer re na, ji Kurdistanê re statu' û em bangî gelê xwe dikin ku hêz û piştgiriyê bide van daxwazên me. Birastî ev daxwaz di eslê xwe de daxwazên rewa yên gelê me ne.’

    Bi heman mijarî:

    Rûsya wê jetên Su-34ê nûjen bike
    Jetên Rûsyayê bê navber li DAIŞê dixin
    Amerîkayê Heşda Şeibî bombebaran kir
    Diyaneta Tirkiyayê: 'Şehweta bavekî bi keça xwe re nikahê betal nake'
    Li Sûrê zaroka 17 salî hate kuştin
    Leşkerên pispor yên brîtanî jî tevlî şerê Yemenê dibin
    Li Sûrê leşkerek hat kuştin, 3 jî birîndar in
    Etîketan:
    berjewendiyên gelên Kurdistanê, 'Ji şer re na, ji Kurdistanê re statu', banga rawestandina şerê li bajarên kurdan, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Hereketa Azadiyê, PSK, PDK - BAKUR, Sidqî Zîlan, Amed, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de