03:22 23 Îlon 2017
Zindî
    Mehmet Gormez

    Diyaneta Tirkiyayê: 'Şehweta bavekî bi keça xwe re nikahê betal nake'

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Li gorî nûçeya rojnameya tirk BIRGUNê xeta fetwayan a Diyanetê diyar kiriye ku bavek dikare bi şehwetê dest biavêje keça xwe û ev helwesta wî nikaha wî ya bi jina wî re betal nake.

    Navenda Nûçeyan – Platforma Agehdarkirinê ya Kar û Barên Diyanetê ya Tirkiyayê li ser medyaya civakî û bi riya telefonan bersivê dide pirsên welatiyan û îro îmze avête binê fetwayeke skandal ku çapemeniya Tirkiyayê bertekên nerazîbûnê nîşan dan; herwiha ev fetwa wekî helalkirina zinaya navmalî (fetwaya ensestê) bi nav kir.

    Xeta fetwayan pirseke wiha wergirt: ‘Heke bavek bi şehwetê nêzikî keça xwe bibe, gelo nikaha wî ya bi jina wî re betal dibe yan na?’ Dezgehê agehdarkirinê yê Diyanetê bersivdana vê pirsê minasib dît û wiha got: ‘Heke bavek di nava kincên qalind de dest biavêje keça xwe, yan jî bi şehwetê lê binêre û bedena wî rabe nikaha wî zirarê nabîne. Herwiha divê temenê keçê ji 9an zêdetir be.’

    Hêjayî gotinê ye ku dezgehê fetwayan ê Diyanetê bi tafsîlat qala helalbûna destdirêjiyê kir û çavkanî nîşan dan ku bav dikare bi şehwetê keça xwe ramûse, di nava kincên qalind de hembêz bike û ev helwesta wî zirarê nade nikaha wî ya bi jina wî ya ku diya keçê ye.

    Bi heman mijarî:

    Li Sûrê zaroka 17 salî hate kuştin
    Leşkerên pispor yên brîtanî jî tevlî şerê Yemenê dibin
    Li Sûrê leşkerek hat kuştin, 3 jî birîndar in
    Cenazeyên du birayan anîn Şirnexê
    Li Silopiyê avahiya saziyên kurdî hate şewitandin
    Îran bazirganiya bi Kurdistanê re asteng dike
    Etîketan:
    fetwaya helalkirina zinayê, zinaya navmalî, destdirêjiya zarokan, fetwa, bi şehwet hembêzkirina keça xwe, bi şehwet ramûsana keça xwe, destdirêjî, Platforma Agehdarkirinê ya Kar û Barên Diyanetê ya Tirkiyayê, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de