08:01 24 Îlon 2017
Zindî
    Sinan Çiftyurek

    Serokê OSPê: ‘Em alîgir in, ne navbeynkar in’

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 96 0 0

    Serokê OSPê Sinan Çiftyurek got: ‘Em dixwazin ev şerê ku niha li bajarên kurdan dewam dike bisekine. Lê di daxwaza rawestandina şer de em di navbera dewleta tirk û PKKê de alîgir in, ne navbeynkar in.’

    Omer Faruk Baran

    Amed – Meha Sibatê şeş partiyên kurdan PAK, OSP, PDK – Bakur, PAKURD, PSK û Hereketa Azadiyê dê li Amedê konferanseke du rojî li dar bixînin. Serokê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) Sinan Çiftyurek derbarê konferansê de ji Sputnik Kurdistanê re axivî û  got: ‘Beriya lidarxistina konferansê em difikirin ku bi rêveberiya Hikûmeta Kurdistanê û Qendîlê re hinek hevdîtinan bikin. Hin hevalên me li ser naveroka van hevdîtinan axivîne; lewre piştî konferansê axaftina li ser van mijaran baştir e. Meha Sibatê konferans dê li Amedê were lidarxistin. Mesele û mijara konferansê elbet mafên kurd û Kurdistanê ne.’

    Ji rewşenbîr, nûnerên saziyên sivîl û delegeyên partiyên siyasî nêzîkî 200 kesî dê ji bo konferansê werin vexwendin. Çiftyurek got: ‘Em dixwazin rûspiyên Sûr, Cizîr û Silopya û Nisêbînê jî beşdarî konferansê bibin. Fikr û ramanên wan ên li ser pêvajoya şer û çareseriya ku ew pêşniyar dikin ji bo me girîng in. Em ê hemû partiyên kurdan vexwînin konferansê. Eger neyên jî ew biryara wan e, îradeya wan e.’

    Çiftyurek diyar kir ku ew li dijî xendeqan e û got: ‘Em siyaseta barîkat û xendeqan rast nabînin. Û jixwe diyar e ku dewleta tirk li bajarên kurdan çawa terorê dimeşîne. Em dixwazin ev şerê ku niha li bajarên kurdan tê meşandin bisekine. Lê di daxwaza rawestandina şer de em di navbera dewlata tirk û PKKê de alîgir in, ne navbeynkar in. Li hemberî Tirkiyayê di meseleaya kurd û Kurdistanê de em dixwazin hemû rêxistin û saziyên kurdan bibin yek, bibin eniyek. Lewre di konferansa meha Sibatê de digel HDPê wê hemû partiyên kurdan ên bakurî hebin.’

    Bi heman mijarî:

    Ibrahim Tatlises rakirin nexweşxaneyê
    Clînton, çelengiya Pûtîn hê wê demê dîtibû
    17 milîtanên DAIŞê ku êrişî kampa Başîqayê kirin hatin kuştin
    Amerîka: Şervanên kurd derbasî rojavayê Firatê bûne
    Etîketan:
    rêxistin û saziyên kurdan, meseleaya kurd û Kurdistanê, rawestandina şer, partiyên kurdan, partiyên sîyasî yên kurd, Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Sinan Çiftyurek, Amed, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de