08:06 24 Îlon 2017
Zindî
    DAIŞ, nîşangir

    17 milîtanên DAIŞê ku êrişî kampa Başîqayê kirin hatin kuştin

    © Flickr/ Zoriah
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 64 0 0

    Kampa Başîqaya Mûsilê ku di nava Iraq û Tirkiyeyê de bibû sedema krîzê rastî êrişa milîtanên terorîst yên DAIŞê hat.

    Navenda Nûçeyan — Kampa Başîqaya Mûsilê ku di nava Iraq û Tirkiyeyê de bibû sedema krîzê rastî êrişa milîtanên terorîst yên DAIŞê hat. Di encama êrişê de 17 milîtanên terorîst hatin kuştin.

    Çavkaniyekî leşkerî agahî da ajansa Reutersê û got, şeve din rêxistina DAIŞê êrişî kampa Başîqayê kir û di encamê de 17 terorîst hatin kuştin.

    Her wiha li gorî hinek çavkaniyan di êrişa DAIŞê ya ser kampa Başîqayê de du leşkerên hatin kuştin û li gorî hinek çavkaniyan jî kuştî an birîndar çênebûne.

    Derbarê êrişa Başiqayê de hê ji aliye wezaret û saziyên fermî tu daxuyanî nehatiye dayîn, lê çavkaniyê leşkerî di daxuyaniya xwe ya digel ajansa Reutersê de got, 17 milîtanên DAIŞê hatin kuştin û ji leşkerên tirkî ne kuştî û ne jî birîndar tunene.

    Bi heman mijarî:

    Obama: Bila Tirkiye hêza xwe ji Başîqayê vekişîne
    Li herêma Başîqa 12 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    Enqere: Emê hêza xwe ji Mûsilê vekişînin
    Erdogan: Hem ji Mûsilê derkevin û hem bi DAIŞê re tekoşîn, nabe
    Iraq: Tirkiye leşkerên xwe yên Mûsilê venekişandiye
    Etîketan:
    DAIŞ, Artêşa Tirkiyeyê, Mûsil, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de