17:46 23 Îlon 2017
Zindî
    Koşka Spî (Qesra Spî)

    Amerîka: Şervanên kurd derbasî rojavayê Firatê bûne

    © Flickr/ DVIDSHUB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7620

    Steven Warren derbarê derbasbûna şervanên kurd û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bo aliyê rojavayê Çemê Firatê de axivî û çûna wan bo aliyê rojavayê Firatê piştrast kir.

    Navenda Nûçeyan — Efserê Artêşa Amerîkayê Steven Warren ku Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ye, di daxuyaniyekê de ragihand ku, şervanên HSDê bi kontrolkirina Bendava Teşrînê derbasî rojavayê Rûbarê Firatê bûne û li wir gelek gund xistine bin kontrola xwe.

    Steven Warren ku li Bexda ya paytexta Iraqê ji rojnamevanên li avahiya konfransên rojnamevanî ya Pentagonê re diaxivî, di bersiva pirsekê de got, şervanên (HSD) bendava Teşrîn û gellek gund li rojavayê Rûbarê Firatê kontrol kirine.

    Ew yek di demekê de ye ku Tirkiyê derbasbûna şervanan ber bi rojavayê Rûbarê Firat weke Xeta Sor a wî welatî li Sûriyê bi nav kiribû.

    Warren got, Hêzên Sûriya Demokrat derbasî aliyê din yê çemê Firatê bûn û bendava Teşrîn kontrol kirin. Li rojavayê bendavê jî hêla bergiryê danîn, daku hawinên dujmin negihîjin wê deverê û ev yek jî hat çareserkirin.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê ji du aliyan ve êrişî Bendava Teşrînê kir
    Hêzên Sûriyeya Demokratîk bajarokê Teşrînê rizgar kirin (Hate nûkirin)
    HSDê hewl dide ku Bendava Teşrînê ji destê komên xwînrij derxe
    Erdogan: ‘Em destûrê nadin ku YPG derbasî rojavayê Çemê Firatê bibe
    Davutoglu derbaskirina PYDê ya Çemê Firatê qebûl nake
    Etîketan:
    Hêzên sûriyeya Demokratîk (HSD), Artêşa Amerikay, Steven Warren, Rojava, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de