20:34 24 Îlon 2017
Zindî
    Polêsan êrişî HDP kir

    Polêsan rûyên xwe veşartin û girtin ser HDPê! Hevserok hat binçavkirin

    © Foto: Fotoğraf: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 208911

    Lêgerîna polîsan a li avahiya HDPê ya Beyogluyê bi dawî bû. Di nav de Hevseroka HDPê ya Beyogluyê Rûkiye Demîr jî heye 9 kes hatin binçavkirin.

    Stenbol - Lêgerîna polêsan a li avahiya HDPê ya Beyogluyê bi dawî bû. Polêsan deriyê avahiyê şikandibûn û ketibûn hundir û hundirê avahiyê de posterên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan çirandin. Di encama serdegirtinê de Hevseroka HDPê ya Beyogluyê Rûkiye Demîr jî heye 9 kes hatin binçavkirin.

    Piştî serdegirtinê gelek kes herikîn avahiyê û Hevserokê HDPê yê Stenbolê Cesîm Soylu jî daxuyanî da.

    Soylu li ber avahiya HDPê ya Beyogluyê axivî û diyar kir ku lêgerîn bi awayeke nehiqûqî û kêfî pêk hatiye, di encama kampanyaya reşkirinê ya serkowezîr û serokomar a li dijî partiya wan ev lêgerîn hatiye kirin.

    Soylu anî ziman ku li avahiya partiyê evraq, hard dîsk bêyî îmze hatine girtin û bi awayeke kêfî lêgerîn hatiye kirin.

    Li aliyê din rêxistina HDPê ya Beyogluyê jî dê saet di 14.00an de li ber Lîseya Galatasarayê daxuyaniyê bide û banga tevlibûnê kir.

    Polêsan avêtin ser avahiya HDPê ya Stenbolê!

    Tîmên Rêveberiya Şaxê Terorê ya Ewlekariya Stenbolê bi wesayîtên zirxî îro sibê bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li navçeya Beyogluya Stenbolê de girtin.

    Hat ragihandin ku Hevseroka navçeya HDPê ya Beyogluyê Rukiye Demir ji aliyê polêsan ve hat binçavkirin.

    ​Li gorî agahiyan polîsên Rêveberiya Şaxê Terorê ya Ewlekariya Stenbolê îro sibê saet 07.00ê derbasî avahiya HDPê ya li kolana Agaççilegî bûn.

    Hejmareke zêde polîs û hêzên tevgera taybet bi TOMA û wesayîtên zirxî beşdarî operasyonên bûn.

    Her wiha helikopter jî di dema operasyonan de li derdora avahiya HDPê firiya. Hat zanîn ku polêsan di avahiyê de lêgerin kirine.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê êrişa polêsan: Birîndar hene
    Înîsiyatîfa Ciwanên Apoyî: ‘Li Stenbolê 2 polês hatin kuştin'
    Li Stenbolê berfê jiyan serobin kir
    Li Stenbolê operasyona binçavkirinê
    Li Stenbolê 5 ciwan hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Polêsên Taybet, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de