14:01 26 Îlon 2017
Zindî
    Cizîr

    Polêsan li Cizîrê du bira bi hev re kuştin

    © Foto: Cizre Postasi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19801

    Polêsên tîmên taybet li navçeya Cizîra Şirnexê du birayên ku diçûn avê bînin rastî êrişa polêsan hatin.

    Navenda Nûçeyan — Her du birayên bi navê Nîdar Sumer (17) û Halîs Sumer (45) ên ji ber av li mala wan ne mabû û bo avê ji cîranan bigirin derketibûn derve û di encama gulebarana tîmên taybet de hatibûn birîndarkirin, jiyana xwe ji dest dan.

    Ji ber sedema êriş û dorpêça li ser Taxa Dagkapiyê av li mala Nadîr Sumer (17) û Halîs Sumer (45) nema, ji bo avê ji mala cîranên xwe bînin, dema ji malê derketin ji aliyê wesayîtên zirxî yên tîmên taybet ên tirk ve gule bi ser wan de hatin reşandin û di encam de bi giranî birîndar bûn.

    Her du bira ji ber ambûlansa serwîsa lezgîn a 112 bi hinceta "Ewlekariyê" neketin taxê. Her du bira nêzî nîv saetê li erdê man. Piştre bi ambûlansa şaredariyê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Nîdar Sumer û Halîs Sumer li nexweşxaneyê digel hemû midexaleyan jî jiyana xwe ji dest dan.

    Bi heman mijarî:

    Li Cizîrê zarokekî 12 salî hate qetlkirin
    Parlementerê HDPê: ‘Rewşa Cizîr û Sîlopiyê ji Kobanê xirabtir e'
    Ji bo Cizîr û Sîlopiyê bangawaziya lezgîn!
    Li navçeya Cizîrê sivîlek hat kuştin
    Li Cizîrê 2 welatî bi giranî birîndar bûn
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, Halîs Sumer, Nîdar Sumer, Cizîr, Şirnex, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de